DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dê ji temaşevanan re bêjin 'Bêdeng nemînin'

 
6 Çile
09:02 2016

RIHA (DÎHA) - Lîstika bi navê 'Deng' a endamên koma şanoyê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Rihayê ji bo balê bikşînin ser qirkirina çandî û civakî ya li Kurdistanê amade kirine, peyama 'bêdeng nemînin' dide temaşevanan. Lîstik bi çîroka lalbûna ciwanekî Kurd re, lalbûna welatekî nîşan dide.

Koma Şanoyê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Rihayê, amadekariyên lîstika bi navê "Deng" a ku tê plankirin ku di meha Sibatê de pêşkeşî temaşevanan bikin, berdewam dikin. Amedekariyên lîstikê hatiye asta dawî û lîstikvan diyar dikin ku bi lîstikê hewl dane ku rastiya Kurdistanê destnîşan bikin.

Ji koma lîstikvanan Kemal Yavuz got ku li Kurdistanê komkujî berdewam dikin û ew dixwazin bi vê lîstikê re peyamek bidin gelên Tirkiyeyê. Yavuz got ku ji ber bêdengiya li hemberî komkujiyên borî komkujiyên nû tê kirin û anî ziman ku ew dixwazin peyama "bêdeng nemîne" bidin temaşevanan.

'Bêdengî mirinê tîne'

Ji lîstikvanan Emîn Îsî jî da zanîn ku karakterên lîstikê gelên Kurdistanê tîne ziman û mijara lîstikê li ser ciwanekî Kurd a lal têşe digire. Îsî karakterên lîstikê wiha nirxand: "Li aliyekî kesên ku li hemberî zilma li Kurdistanê bêdeng mane, li gel hemû êşan jî jiyana xwe berdewam kirine, li aliyê din jî jinên ku ristên ji wan re hatine amadekirin red kirine û şervanên ku ji bo Kurdistanê şer dikin hene."

Îsî jî destnîşan kir ku komkujiyên li ser Kurdan berdewam dike lê tiştê ku guheriye ew e ku Kurd zêdetir têkoşînê dide. Îsî bi van gotinan berdewam kir: "Heya ku tu bêdeng bimînî dengê te diçe, bêdengî çêdibe û ev bêdengî jî tê wateya mirinên nû."

Emîra Akil jî yek ji lîstikvanên komê ye û li ser karaktera jin nirxandin kir. Akil destnîşan kir ku li Rihayê tê xwestin ku jin li paş civakê were hiştin lê jin di hemû qadên jiyanê de serkeftinan bi dest dixe. Akil anî ziman ku jin dikarin saziyên feodal hilweşînin û wiha pê de çû: "Em bi xebatên çandî re hem li hemberî pergalê hem jî li hemberî feraseta zilamtiyê têkoşînê didin."

'Welatê bê ziman'

Li gor derhênerê lîstikê Osman Îzgor jî "Deng" yek ji trajediyên Kurdistanê ye. Îzgor got ku tevî koma wan a şanoyê perwerdehiya akamedîk nedîtibin jî, ji trajediyên li ser vê axê re ne xerîb in û ji ber vê jî di rastiya xwe de lîstik nalîzin, jiyana xwe dilîzin. Îzgor da zanîn ku lîstika wan ji ser çîroka lalbûna ciwanekî Kurd têşe digire û diherike. Pê ve girêdayî Îzgor destnîşan kir ku lalbûna di lîstikê de lalbûna welatekî sembolîze dike.

Yek ji lîstikvanên komê Halîl Etkîn jî li ser têkiliya huner û şer axivî û got: "Huner û şer carina du bira, carina jî du şervanên dijberî hev in. Gelê Kurd huner jî şer jî baş nas dike."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN