DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanên Tirkiyeyê: Divê YPS li her derî were avakirin

 
4 Çile
09:00 2016

STENBOL (DÎHA) - Rêxistinên ciwanan ên li Tirkiyeyê avabûna YPS'ê ya li hemberî terora dewletê silav kirin. Ciwanên Tirkiyeyî diyar kirin ku divê têkoşîna li pey xendekan bi Kurdistanê re bi sînor nebîne û peyama "Divê YPS li Tirkiyeyê jî were avakirin. Bila li her derî YPS were avakirin û herkes xwe biparêze" dan.

Rêxistinên ciwanan ên Tirkiyeyê, Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) ku li hemberî terora dewletê li qadên rêveberiya cewherî hate avakirin silav kirin û deklerasyona Kongreya Civaka Demokratîk a rêveberiya cewherî nirxandin. Endamê Ciwanên Yenî Demokrat Fatîh Atayolu diyar kir ku
rêveberiya cewherî gelan ji hev dûr naxîne berevajî vê yekê zexta dewletê ya li ser gelan têk dibe û diyar kir ku dê meclîsa ciwanan a ku dê ava bikin piştgiriya xweseriyê bike.

'Berxwedana YPS'ê mafdar û rewa ye'

Atayolu destnîşan kir ku parastina cewherî ne tenê ji bo însanan e jî di xwezayê de hemû giyanewer li hemberî tundiye bi parastina cewherî bersiv dide û anî zamin ku parastina cewherî ya ciwanên Kurd ên li Kurdistanê rewa û mafdar e. Atayolu, piştgiriya bi pergala rêveberiya cewherî re bi van gotinan anî ziman: "Em heya dawiyê piştgiriya rêveberiya cewherî dikin. Em xwedî li berxwedana YPS'ê derdikevin."

'Xendek sîgortaya gelên Kurdistanê ye'

Endama Devrîmcî Partî Şîlan Turgut jî bi gotinên "Xendek sîgortaya gelên Kurdistanê ye" nêrîna xwe ya derbarê berxwedana rêveberiya cewherî ya li Kurdistanê anî ziman. Turgut destnîşan kir ku li pey xendekan jiyaneke nû tê avakirin û got divê berxwedana li pey xendekan berdewam bike.
Turgut, hêzên YPS'ê yên li hemberî komkujiyan hate avakirin jî silav kir û got "Agirê Kurdistanê dê li vir jî çîrûsk bide."

'Divê xendek li rojava jî were kolandin'

Umît Ezgî yê ku endamê Halk Evlerî ye diyar kir ku li hemberî komkujiya jin û zarokan a dewletê, kolandina xendekan rewa ye. Ezgî bi gotinên "Çi dibe bila bibe em piştgiriya xendekan dikin" helwesta xwe diyar kir û got ku divê xendek ne tenê li Kurdistanê her wiha li rojavayê Tirkiyeyê jî were kolandin.

'Bila li her derê YPS were avakirin'

Ezgî bang li raya giştî kir ku bi her awayî piştgiriya berxwedana Kurdistanê were kirin û wiha pê de çû: "Bila kes nefikire ku komkujiya li Kurdistanê li rojava jî pêk nayê. Ev bombe rojekî bi ser me de jî bibare. Ji ber vê yekê divê YPS li vir jî were avakirin. Bila li her derî YPS were avakirin û herkes xwe biparêze."

'Yekineyên YPS'ê divê li Tirkiyeyê jî were avakirin'

Xebatkarê Rojnameya Kozê Engîn Gurbuz jî anî ziman ku pergala rêveberiya cewherî ji bo pêşerojê hêvî dide û wiha axivî: "Rêveberiya cewherî daxwazeke rewa ye. Em li gel berxwedana gelên li Kurdistanê ne." Gurbuz bilêvkir ku ji bo rêveberiya cewherî divê meclîsa ciwanan were avakirin. Gurbuz diyar kir ku têkoşîna li Kurdistanê a li pey xendekan divê were bilindkirin û li rojava jî ew têkoşîn were destpêkirin. Gurbuz ji bo avabûna YPS'ê jî ev nirxandin kir: "YPS, ji ber ku dê gelê Kurdistanê bi giştî tevlî vê têkoşînê bike girîng û watedar e. Divê li her derî belav bibe. Yekineyên YPS'ê dibe li Tirkiyeyê jî were avakirin.

(sy)





Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN