DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Berxwedana Alîaga rê li pêş duyemîn talankirina Yirca girt

 
29 Kanûn
09:02 2015

CÎHAN BAŞAKÇIOGLU

ÎZMÎR (DÎHA)
- Têkoşîna Gelê Aliaga ya li dijî projeya Şaredariya MHP'ê ya Parka Zeytinlî û Bajarê Antîk yê Kymeyê bi ser ket û şaredariyê du proje rawestand. Serokê Şaxa Odeya Plansaziya Bajar a Îzmirê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku çand û gel di bin êrîşek dijwar de ne û têkoşina hevpar girîng e.

Li navçeya Alîaga Qada darên zeytûna a Parka Zeytûnan di bin gefên rantxuran de ye. Şaredariya MHP'î ya Alîaga di bin navê "Vesazkirinê" de projeya ku parkê hilweşîne û li şûna wê dixwaze kafeyan ava bike û bike navenda rantê. Berê jî bi projeya Yirca ya Manisayê bi hezaran darên zeytûnan hatibûn jêkirin û xweza wêran kiribûn. Şaredariya MHP'î bi navê "Rêya hezkirinê" projeya rê li pêş jêkirina darên zeytûnan veke amade kir. Proje piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê ket meriyetê û rastî bertek û têkoşîna gelê herêmê hat.

Têkoşîna gel proje rawestand

Gelê Alîaga li dijî projeya şaredariyê ya darên zeytûnan ên 6 salî bertekên xwe anîn ziman û têkoşîna wan encam girt. Piştî têkoşîna gel Şaredariya MHP'î ya Aliaga projeya Parka Zeytinlî û prajeya Bajarê Antîk a Kyme rawestand.

Betalkirina projeyan girîng e

Serokê Şaxa Plansaziya Bajar a TMMOB'ê ya Îzmirê Tuncay Karaçorlu, anî ziman ku herdu proje jî li dijî mafên gelan bûn û têkoşîna gel a rewa encam girt. Karaçorlu, destnîşan kir ku ev proje ketibana meriyetê dê zeytûnên sedsalan winda bûbuna û warê çand û dîrokî wêran bûbûya. Karaçorlu, destnîşan kir ku Şaredariya MHP'î Bajarê Antîk ê Kyme jî pêşkêşî Şîrketa Nemport Limanê kirin, lê têkoşîna gel bi ser ket.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN