‘Bi polîtîkayên êrîşkar mafê jiyanê hatiye xezpkirin’
AMED (DÎHA) – Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê der bare texrîbên li ser bajarên kurdistanê yên ku qedexe lê hene rapora ku amede kiribû bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber polîtîkayên êrîşkar, di ekosîstemê de texrîbatên pir cîdî çêbûne û mafê bingehîn ên mirovan ên wekî paqijî, hawirdorek ku tê de mirov bikaribe bijî, perwerde, tendûristî û mafê ewlehiya jiyanê hatiye xezpkirin.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ku der barê texrîbatên li ser hin bajarên Kurdistanê lê qedexebûyîn hene pêk hatiye raporek amede kir u rapor êli Şaxa Odeya Mimaran bi daxuyaniyek aşkera kir. Lêkolînên ku di 24’ê Cotmeh û heta 10’ê Mijdarê li Sûr, Bismil, Nisêbîn, Kerboran, Gever, Şemzînan, Şirnex, Cizîr, Silopî Bêşebab, li taxên Subhan, Yenî Mahlle, Karşiyaka, Hacîbekira û Artemêta Wanê hatin kirin wekî raporek hat amedekirin. Rapora ku hat amedekirin ji aliyê aktîvîsta Tevgera Ekolojiyê ya Mezipotamyayê Nîhat Kiratli ve hat aşkerakirin. Kiratli anî ziman ku bi tevlibûna rêxistinên civakên sivîl û dildaran ve wan komên qadan ava kirine û wan li kolanên ku qedexe hatibû îlankirin rûbirû hevdîtinan pêk anîne û got wan bi 800 malbatan re hevdîtin pêk anîne.
‘Nêzî 100 zarok hatin qetilkirin’
Kiratli anî ziman ku li cihên ku qedexebûyînên derva lê hatiye îlankirin, mafên bingehîn ên welatiyên sivîl yên wekî xwe xwedîkirin, perwerde, tendûristî û yên wekî jiyanî ji aliyê dewletê ve hatiye îhlalkirin û wiha got: “Di êrîşan de bê ku bêjin, jin, ciwan, zarok û extiyar sivîlan qetil dikin. Di rewşa tundiyê de nêzî 100 zarok hatin qetilkirin.”
Tespîtên di rapora tevgera ekolojiyê de wiha ne:
*Li navçeyên ku qedexe hatine îlankirin, piraniya wan malên bi bexçe hene. Di bexçeyan de fêkiyên daran zêdetir hene û hin ji wan welatiyên wê derê karê bostanvaniyê dikin. Lê welatî diyar kirine ku ji ber êrîşan ew nikarin hilberina hesadê bikin û zerarê dîtine.
*Parçeyên şaranpnelê ku li derdorê belav bû ye li sewalan ketiye û ji ber gazên ku hatine bikaranîn sewalên wan mezaxtin bûne. Ji ber pevçûnê welatî an malên xwe terk kirine yan jî nekiaribûne derkevin derva ji ber wê jî nekaribûne sewalên xwe xwedî bikin û li zeviyên xwe xwedî derbikevin.
*Tê zanîn ku li navçeya Sûra Amedê xwedîkirina kevokan wekî parçeyek jiyana rojane ye. Lê piştî qedexebûna derketina derva, kevok bi zanebûn hedef hatine girtin û hatine qetilkirin.
*Li cihên ku qedexe hebû, boriyên şebekeyan ên avê yên paqij û yên qirêj teqiyaye, ava gemarî û ya paqij tevlihev bûye. Her wiha dîsa av û ceyran hatine birîn.
*Ji ber muhîmatên leşkerî ku li cihên pevçûn hene hatine bikaranîn, nexweşînên wekî KOAH’ê û nefes negirtinê derketine holê. Li Kerboran, Nisêbîn, Gever û Cizîrê bi piraniya zarokan re nexweşîna agir derketinê çêbûye.
*Ji ber ku hêzên ewlehiyê nehîştine xebatkarên şaredariyê gelaşa li taxan kom bikin rewşeke ne tendûristî derketiye holê.
*Di vê pêvajoyê de bi taybetî zarok tirsên pir bi cîdî jiyane. Ji ber tengê teqînan û anonsan di tevgerên zarokan de pirsgirêk çêbûne. Di dema pevçûnê de muhîmatên leşkerî ku hatine bikaranîn ji aliyê zarokan ve wekî pêlûstik hatine bikaranîn. De ev rewş di demên pêş de li ser tendûristiya ruhê ya zarokan bandorek neyînî çêbike. Ji ber polîtîkayên êrîşkar, di ekosîstemê de texrîbatên pir cîdî çêbûnê û mafê bingehîn yên mirovan yên wekî paqijî, hawirdorek ku tê de mirov bikaribe bijî, perwerde, tendûristî û mafê ewlehiya jiyanê hatiye xezpkirin.
(aw)