Karkerên camê dest bi greva birçîbûnê dikin
MERSÎN (DÎHA) - Karkerên camê yên li Mêrsînê ev 44 roj in di çalakiyê de ne ji ber ku heya niha ji hevdîtinan encam negirtine dest bi greva birçîbûnê dikin.
Li Mersînê karkerên li Anadolu Cam, Paşabahçe û Trakya Cam dixebitin, di roja 44'emîn a berxwedana xwe da, dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji karkerên berxwedêr Turgut Yaşar diyar kir ku ev 44 roj in di çalakiyê de ne û heya niha serî li gelek saziyan dane û dê ji niha û pê ve berxwedana xwe bilindtir bikin.
'Ji hevdîtinan encam derneket me dest bi grevê kir'
Yaşar da zanîn ku piştî hevdîtinên bi Sendîqaya Turk Îşê û sîyasetmedaran re ev 12 roj in li benda çareseriyê ne lê heya niha tu gavên berbiçav nehatiye avêtin. Yaşar destnîşan kir ku ya ku ew xistine vê rewşê Navenda Giştî ya Sendîqaya Krîstal-Îş e û ew ji aliyê Navenda Giştî ve tenê hatine hiştin. Yaşar got ku ji ber ku di hevdîtinan de tu encam derneketiye wan biryara greva birçîbûnê girtiye.
Bi HDP'ê re jî hevdîtin kirin
Berdevkê karkeran Îsmaîl Yilmaz jî Şîşe Cam û Navenda Giştî ya Krîstal Îş rexne kir û got ji bo dengê xwe bilind bikin tevlî kongreya Navenda Giştî ya Turk Îşê bûne lê mafê axaftinê ji wan re nehatiye dayîn. Yilmaz da zanîn ku çûne Navenda Giştî ya HDP'ê jî û li gel parlamenteran daxuyaniyeke çapemeniyê dane.
Yilmaz derbarê greva birçîbûnê de jî agahî dan û got dê hemû hevalên wan tevlî çalakiyê nebin, ewê bi 16 karkeran dest pê bikin. Yilmaz, rexne li bêdengiya raya giştî jî anî û got "Bi greva birçîbûnê dibe em dengê xwe bigihînin kesên xwedî wîjdan."
(sy)