DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanên rihayî xwerêveberî û Ocalan silav kirin

 
19 Kanûn
10:21 2015

RIHA (DÎHA) - Ciwanên rihayî bi slogana "Em xwedî li Rêbertî û xwerêveberiyê derdikevin" bernameyek li dar xistin.

Meclîsa DEM-GENÇ'ê ya Rihayê ji bo balê bikişînên tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û silavkirina xwerêveberiyan bi slogana "Em xwedî li Rêbertî û xwerêveberiyê derdikevin" bernameyek li dar xistin. Bername li Odeya Bazirganî û Sanayiyê hate lidarxistin û Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan û Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel jî beşdar bûn. Li salonê posterê Rêberê PKK'ê Ocalan û pankartên "Bi ciwantiya azad ber bi pêşeroja azad ve" "Ciwan mezin dibin ber bi şoreşê ve dimeşin" hatin daliqandin. Di bernameyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" "PKK gel e gel li vir e" "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir û Ocalan û Tuncel axivîn. Piştre jî li ser navê Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) a ku dê di 9'ê Çileyê de avakirina xwe îlan bike Nûpelda Ada axivî. Ada diyar kir ku ew li benda hemû jinên ciwan in ku di çileyê de li Amedê bin. Bernameyê bi hunermendên NÇM Wêranşar, NÇM Riha, Koma Welatê Rojê, Farqîn, Pinar Aydinlar û Seyda Perînçek ve bi dawî bû.

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN