DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

'Emê bi parastina cewherî bersiva êrîşan bidin'

 
18 Kanûn
10:07 2015

ERDEXAN (DÎHA) - Xwendekarên Zanîngeha Erdexanê balê kişandin ser êrîşên nijadperest ên bi hevkariya polîsan pêk tê û gotin "Her kê bixwaze rêxistinbûna me belav bike, emê bi parastina cewherî bersiva wan bidin."

Li Zanîngeha Erdexanê, bi piştgiriya rêveberiya zanîngehê û polîsan, êrîşên komên nijadperest ên li hemberî xwendekarên Kurd berdewam dike. Di nav 2 hefteyên dawî de di encama êrîşan de 2 xwendekar hatin kêrkirin. Xwendekarên welatparêz ên zanîngehê diyar kirin ku êrîş li hemberî rêxistinbûna wan e û ewê bi parastina cewherî bersiv bidin êrîşan.

Polîs êrîşan temaşe dike

Yek ji xwendekarên ku rastî êrîşê hate, xwendekarê pola duyemîn a Beşa Îktîsatê Vedat Akbiyik got ku polîs her tim li dû wan e û êrîşên komên nijadperest temaşe dike. Akbiyik da zanîn komên nijadperest kontrola nasnavan dikin û xwendekarên rastî lîncê tên. Akbiyik anî ziman ku ew ji ber ku nasnava xwe înkar nakin rastî êrîşan tên û wiha axivî: "Her kê bixwaze rêxistinbûna me belav bike, emê bi parastina cewherî bersiva wan bidin."

Bi wesayîtên bi plaqa Erziromê têne şopandin

Xwendekarê pola duyemîn a Rêveberiya Kamu û Zanistên Siyasî Sînan Gulun jî da zanîn ku di rojên êrîş zedê dibin de li derdora wan wesayîtên bi plaqa Erzirom digerin. Gulun diyar kir ku komên nijadperest ne tenê li sikakan, di nav wesayîtan de jî kontrola nasnavan dikin û êrîş dikin. Gulun jî balê kişand ser hevkariya polîs û komên nijadperest û got ji ber ditirsin gelê Erdexanê xwe birêxistin bike, ev êrîş pêk tên.

(sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN