DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Dê ciwan têkoşîna rêveberiya cewherî xurttir bikin

16 Kanûn
16:54 2015

AMED (DÎHA) - Encamnameya 1.Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê hate daxuyandin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê, gel bi riya rêveberiya cewherî çareseriya xwe pêş dixe û dê ciwanên Kurdistanê jî pêşengiya berxwedana rêveberiya cewherî bikin.

Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) encamnameya 1.Kongreya Asayî ya 13'ê kanûnê li Amedê lidarxist, daxuyand. DEM-GENÇ'ê di encamnameyê de diyar kir ku kongre ji bo bîranîna kesên ku di berxwedana rêveberiya cewherî de jiyana xwe ji dest dane hatiye lidarxistin.

DEM-GENÇ'ê da zanîn ku, kongre biryarbûna avakirina jiyana azad destnîşan kiriye û wiha berdawam kir: "Bi berxwedana rêveberiya cewherî ya li Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Farqîn, Silopî û Geverê emê li hemberî êrîşên topyekun a hikûmeta AKP'ê û dewletê, berxwedana topyekun esas bigirin."

Di encamnameyê de, DEM-GENÇ'ê balê kişand ser polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê û ev nirxandin kir: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd, ciwanên Kurd ji bo pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û aştiyanê çareser bibe gavên mezin avêtin. Li hemberî vê, hikumeta AKP'ê û dewlet di bêçaresertiyê de israr kir, li ser serokatiya me tecrîdê kûr kir."

'Gel çareseriya xwe pêş dixe'

DEM-GENÇ'ê diyar kir ku bi îlanên rêveberiya cewherî, gel çareseriya xwe bi xwe pêş dixe û wiha dawî li encamnameyê anî: "Em diyar dikin ku emê netewa demokratîk ava bikin. Li ser vê esasê em bang li ciwanên welatparêz, demokrat û sosyalîst dikin, em bang li gel dikin ku li dora Serokatiyê bibin yek û berxwedana rêveberiya cewherî xurttir bikin, têkoşîneke aktîf bimeşînin."

(sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN