DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanên Îzmîrê: Em ê berxwedanê bi hev re xurt bikin

 
16 Kanûn
10:08 2015


ÎZMÎR (DÎHA) – Rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê serhildanên gel ên li Cizîr, Sîlopî, Kerboran, Sûr û Nisêbînê ya li dijî hewldanên qatlîaman silav kirin anîn ziman ku ew ê bi hev re berxwedana gelê kurd xurtir bikin.

Li Kurdistanê li dijî qedexeyên derketina kolanan ên li Cizîr, Sîlopî, Kerboran, Sûr û Nisêbînê gel bi ruhê serhildanê li ber xwe dide û qadên xwe yên jiyanê naterikîne. Rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê li dijî êrîşên îxtidara AKP'ê berxwedana gelê kurd silav kirin û diyar kirin ku ew ê têkoşînê xurtir bikin.

'Li dijî êrîşan divê em bên cem hev'

Endama Halevlerî Evrîm Çakir diyar kir ku AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê li dijî gelê kurd êrîş daye destpêkirin û ev êrîş vegeriyane qatlîamê. Çakar got ku ev êrîşên li dijî gelê kurd êrîşa li dijî gelên Tirkiyeyê û aştiyê ye û wiha got: "Divê li rojava vê hibkirin û fikirandin çêbibe. Divê kurd, tirk, elewî, sûnî li dijî van êrîşan bên cem hev." Çakir got ku ew ê li dijî êrîşan berxwedana tevahî pêş bixin.

'Em bi berxwedanê re ne'

Endamê DEV-GUÇ'ê Arjen Îletîlmîş jî anî ziman ku îxtidara AKP'ê li dijî sosyalîst, demokrat û şoreşgerên ku li cem gelê kurd in dixe hedefa êrîşan. Îletîlmîş wiha got: "Li bajarên Kurdistanê êrîşên giran tên kirin. Xendekan dikin hincet û qatlîamê pêk tînin. Lê xendek encam in. Gelê kurd li xendekan ve parastina cewherî pêş dixe. Îro îxtidar wekî salên 90'an gundan vala nake bajaran vala dike."

Îletîlmîş got ku li Kurdistanê serhildan heye û ew bi vî berxwedanê re ne û dê ew jî têkoşîna xwe xurtir bikin.

'Em ê jî têkoşîna wan li vir xurt bikin'

Endama Lîseyiyên Azad Sîbel Yaşar jî got ku Tirkiyeyê li dijî gelan şer vekiriye, li Kurdistanê qedexe roj bi roj zêdetir dibe. Yaşar derberî ku li dijî êrîşan ciwan li ber xwe didin û xendekan dikolin, gelê Kurdistanê li her derê li ber xwe didin û wiha axivî: "Em bi berxwedanê re ne. Em ê jî Têkoşîna wan li vir xurtir bikin."

Xwendevana Kovara Kaldiraçê Begum Ateş jî anî ziman ku gelê kurd li dijî şerê ku dewletê daye destpêkirin li ber xwe dide û wiha got: "Gelê kurd bi hêza xwe ya cewherî ve li ber xwe dide. Lê dewlet bi hovane êrîş dike. Êrîşî berhemên me yên dîrokî dike. Me ev ji DAIŞ'ê dîtibû." Ateş destnîşan kir ku wan dîtine ku dengê wan çiqas kêm derkeve li wir şer zêdetir dibe, li dijî şer ew ê jî dengê mirovahiyê xurtir bikin.

(sa)











Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN