Cihek ji bihûştê 'Sulavên Harbiye'
HATAY (DÎHA) – Sulavên Harbiye yên li navçeya Defne ya Hatayê bi xweşikbûna xwe ve mirovan sermest dike lê ji ber xemsarî, bajarîbûn û polîtîkayên rantê yên rêveberiyên herêmî di bin xetereyê de ye.
Sulavên Harbiye yên li navçeya Defne ya Hatayê bi xweşikbûna xwe ya xwezayî ve mirovan sermest dike. Ava berfê ku di mehên havînê de ji çiyayên Amanosan dihele, zivistanê jî ava baranê ku dikeve bin erdê û digihîjin hev û Sulavên Harbiyeyê ji vir ji nava darên berû û defneyê derdikeve û diherike çemê Asî wekî ku ji bihuştê parçeyek e. Ji ber ku li qada ku riya ku Tirkiye û Rojhilata Navîn digihîne hev e gelekî bala turîstên biyanî û xwecihî dikişîne. Lê Sulavên Harbiyeê li dijî xemsarî, bajarîbûn û polîtîkayên rantê yên rêveberiyên herêmî wekî ku li ber xwe dide.
Sulavên Harbiyeyê ku di nava salan de gelek caran riya wê hate guhertin di demên dawî de jî ji bo kafe û cihên wekî wê hate vekirin.
Diwarên ku ji bo kafeyan hatine çêkirin ji ber lehiyê û herîkîna avê re di nava demê de xira bûna û qirêjkirina derûdorê jî tiştekî din e. Diwarên ku ji ber herikîna avê nekariyê li ber xwe bide û hilweşiyaye. Nivîsa di têketina sulavê de ya Şefê Çermsoran Mavî Bulut a "Mirov aydî xwezayê ne, nexweza ya mirovan e" jî rewşa mirovên ku dixwazin hikmê xwe li ser sulavê nîşan bidin vedibêje.
Di mîtolojiya Yewnan de efsaneya Harbiye (Daphne) ku xwedî ciheke girîng e û çîroka kurê Zeus, xwedêyê Ronahiyê Apollon û defne ya ku li iraxa çem şîn dibe vedibêje. Defne wekî periyekî ji Apollon direve û dema ku Apollon wê digire jî bi lingê xwe ve axê dikole û gotina "ey dayika ax, li ser min bigire, min veşêre, min biparêze" dinivîsîne. Ji wê demê heta niha ev helbest û çek serkeftinê, sulava ku bi şaxê defneyê ve hatiye xelatkirin jî rondikên Defneyê sembol dike.
(sa)