DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ji jinên ciwan rêxistineke nû

 
14 Kanûn
11:03 2015

AMED (DÎHA) - Jinên ciwan dê ji niha û pêde bi navê Jina Ciwan a Demokratîk a Azad (ODGK) xwe birêxistin bike. ODGK dê di 9'ê Çile de avabûna xwe îlan bike û ji bo pêşxistina hemû xalên rêveberiya cewherî xebat bimeşîne.

Di kongreya Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) de, nîqaş hate kirin ku jina ciwan êdî bi navê Jina Ciwan a Demokrat a Azad (ODGK) xwe birêxistin bikin. Dê ev rêxistinbûyîn di 9'ê Çile de avabûna xwe îlan bike. Jinên ciwan ên di bin sîwana ODGK'ê de kom dibin dê li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe birêxistin bikin û ji bo pêşxistina xalên bingehîn ên pergala rêveberiya cewherî xebat bimeşînin.

'Emê bi afirîneriya jinê pêşengiya jiyana nû bikin'

Xwendekara Zanîngeha Enqerê Atiye Eren, derbarê avabûna ODGK'ê de axivî û got ewê li hemberî polîtîkayên tunekirinê xwe birêxistin bikin. Eren diar kir ku ewê bi komun û meclîsan di nav pergala rêveberiya cewherî de cih bigirin û bi afirîneriya jinê pêşengiya avakirina jiyana nû bikin. Eren da zanîn ku dê ODGK, ji çand û perwerdehî heya hiqûq û tenduristiyê rêxistinbûna xwe ya xweser pêş bixe û got ewê bi parastina cewherî bersiva êrîşên li hemberî jinê bidin.

'Serkeftina jinê nêz e, serkeftin bi jinê nêz e'

Yek ji beşdarên kongreya DEM-GENÇ'ê Şukran Aydogan jî anî ziman ku divê jin di avakirina rêveberiya cewherî de bi awayeke aktîf cih bigirin. Aydogan diyar kir ku ji bo vê jî pêdivî bi rêxistinbûnê heye û got "ODGK di vê noqtê de pêwîst e."

Aydogan, balê kişand ser rola pêşeng a jinê ya di şoreşan de û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Serkeftina jinê nêz e, serkeftin bi jinê nêz e."

(sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN