DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Bi hezaran ciwan di kongreya DEM-GENÇ'ê de ne

 
13 Kanûn
13:02 2015

AMED (DÎHA) -Yekemîn Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê li Amedê bi beşdariya bi hezaran ciwan û 500 delegeyan ve dest pê kir.

Yekemîn Kongreya Asayî ya Federasyona Komeleyên Ciwanan a Demokratîk (DEM-GENÇ) a ku di 29'ê Mijdarê de bi şîara "Em xwê rêxistin bikin, jiyana azad înşa bikin" dê biheta lidarxistin lê ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate taloqkirin, li Amedê dest pê kir. Kongreyê li Kompleksa Sporê ya Peyasê bi beşdariya 500 delegeyan ve dest pê kir û li cihê kongreyê "pankartên "Bi xwerêveberiyê ve ber bi Kurdistana azad ve" "Jin jiyan azadî" "Teslîmbûn dê bi bibe îxanetê, pasîfbûn bibe têkçûnê, benxwedan bibe serkeftinê" "Diwarê li Îmraliyê li dijî aştiyê kelepçe li dijî demokrasiyê barîqat e" û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.

Bi hezaran ciwanên ku ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Îdrîs Baluken û Ayşe Acar Başaran beşdar bûn.

'Em ê têkoşîna şoreşê bibin serkeftinê'

Di destpêkê de bi sirûda "Çerxa Şoreşê" rêz hate girtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê" "Bijî Serok Apo" "Şehîd namirin" "Ciwan fedaiyê Apo ne" hatin berzkirin. Endamê DEM-GENÇ'ê Bariş Coşkun axaftina vekirinê kir û diyar kir ku dê ciwan Rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Coşkun anî ziman ku di bin banê DEM-GENÇ'ê de nasnameye nû ya ciwanan pêş dikeve û wiha berdewam kir: "Em ê bi coş û heyecaneke mezin têkoşîna şoreşê bibin serkeftinê. Em ê girêdayî bîranên hevalên xwe yên şehîd bin û soz didin ku em ê hesreta sarokatiya azad û Kurdistana azad bigihînin serkeftinê."

Piştre endama DEM-GENÇ'ê Bîrdan Erol axivî û diyar kir ku têkoşîna jinên kurd ji bo hemû cihanê bûye mînak û ev tişt anî ziman:" Bakurê Kurdistanê ku berdewama Şoreşa Rojava ye em berxwedan û pêngava xwerêveberiyê 'Avakirina jiyana demokratîk û înşakirina jiyana nû' silav dikin."

Erol anî ziman ku jinên ciwan ji ber nasnemaya xwe ya jinbûn û ciwaniyê rastî polîtîkayên kedxwariyê tên û Dîlan Kortak a li Stenbolê hate qetilkirin bi bîr xist û wiha axivî: "Ev qatlîam li dijî jinên ciwan ên Pêşeng hatiye kirin. Em ê weke jinên ciwan bi xurtkirina rêxestinbûna xweser, pêşxistina hişmendiya zayendî berbivê bidin. Dilên me yên ku bi agirê şoreşê dişewite dê bi paradîgmaya Rêbertiyê ve azad bibe."

Erol axaftina xwe bi gotina "Em bang dikin ku agirê şoreşê ku bi coşa şoreşê pê dikeve bi rengê jinên ciwan ve geştir bikin" axaftina xwe bi dawî kir.

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN