DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwan ji şorêşê û rêveberiya cewherî re amade ne

 
12 Kanûn
11:16 2015

RIHA (DÎHA) - Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Harranê, diyar kirin ku ewê bi xurtî tevlî kongreya DEM-GENÇ'ê ya sibe li Amedê tê lidarxistin bibin û peyama ku ji şoreşê û rêveberiya cewherê re amade ne dan.

Kongreya Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê, kongreya di 29'ê Mijdarê de taloq kiribûn. Kongre dê sibe li Amedê Li Salona Sporê ya Peyasê were lidarxistin û ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ciwan tevlî kongreyê bibin. Ciwanên ku dê bi şîara "Nasnameyeke nû jiyaneke nû" kom bibin, li ser pêşxistina pergala rêveberiya cewherî, avakirina komun û kooperatîfan, rêxistinkirina meclîsan bi berfirehî nîqaş bikin.

'Kongreya meşa ber bi şoreşê ve'

Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Harranê (HODER), bi xurtî tevlî kongreyê dibin. Endama DEM-GENÇ'ê Dîlan Kutlu (22) û Dogan Ogras (21) diyar kirin ku ji bo tevlîbûnê hemû amadekariyên xwe temam kirine. Dogan Ogras, vê kongreyê wekî "kongreya meşa ber bi şoreşê ve" binav kir û da zanîn ewê bi 300 ciwanî tevlî kongreyê bibin. Ogras got ku ew wek ciwanan ji şoreşê re û avakarina rêveberiya cewheriyê re amade ne.

Dîlan Kutlu jî destnîşan kir ku jinên ciwan jî dê têkoşîna şoreşê di asta pêşeng de bimeşînn. Kutlu bang li ciwanên Rihayî kir û hemû ciwanan vexwend kongreyê.

Dê otobosên ji bo kongreyê, sibe saet di 06.00'an de ji ber avahiya HODER'ê birêkevin.

(sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN