DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

'Kombûna ciwanan ji bo pergalê xeteriye'

 
11 Kanûn
09:35 2015

AMED (DÎHA) - DEM-GENÇ'ê dê di 13'yê kanunê de kongreya xwe li dar bixe. Aktîvîstê DEM-GENÇ'ê Ûmût Ozkan diyar kir ku ew ê nasnameyek nû ji bo ciwanan peyda bikin, ji ber ku pergal ji kombuna ciwanan ya ji bo jiyanek nû ditirse êrîşan li ciwanan dike.

Federasyona Ciwanên Demoratîk (DEM-GENÇ) dê kongreya xwe di 29'ê mijdarê de li dar xistiban. Lê ji ber ku di 28'ê mijdarê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li navçeya Surê ya Amedê hat qetilkirin, kongre bi biryara DEM-GENÇ'ê hat taloqkirin. DEM-GENÇ dê kongreya xwe di 13'ê kanunê de li Salona Sporê ya Navçeya Peyasê ya Amedê li dar bixe. Hevserokên Giştî yên HDP'ê, DBP'ê, Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), Kongreya Jinên Azad (KJA), Meclîsên Gel, Dayîkên Aşityê, tevgerên çepgir û sosyalîst, tevgerên ciwanan ên ji herçar parçeyên Kurdistanê dewetî kongreyê bikin.

'Armanca me avakirina nasnemeyek nû ye'

Aktîvîstê DEM-GENÇ'ê Ûmût Ozkan diyar kir ku armanca kongreya wan ew e ku nasnemeyek nû ji bo ciwanên di bin xeteriya kapîtalîzmê de dijîn peyda bikin, bi avakirina jiyanek nû ciwanên li metrepolên Tirkiyeyê û Kurdistanê ji pergalê dur bixin.

'Pergalê li navenda Amedê korek mirinê kolaye'

Ozkan destnîşan kir ku ew dê di kongreyê de li ser avakirina jiyanek nû û avakirina komînan nîqaşan bidin meşandin û wiha pêde çû: "Ji ber vê jî kombuna ciwanan ya ji bo avakirina jiyan û nasnameyek nû pergalê ditirsîne û dike xeteriyê." Ozkan diyar kir ku pergal ji bo avakirina jiyanek nû astegbike wek salên 90'î li navenda Amedê korek ya mirinê kolane û ciwanên jiyanek azad dixwazin qetil dike.

'Me cara din li berxweda, emê dîsan li berxwe bidin'

Ozkan da zanîn ku dema hevalên wan ji bo 29'ê mijdarê dihatin di li Erganiyê hatin astengkirin û wiha pêde çû: "Hevalên me li hemberî astengiyên polîsan li berxwedan û heya Amedê meşiyan. Eger delegeyên me vê carê jî rastî astengiyan werin, her çawa bibe bila bibe dê dîsan li berxwe bidin."

(bî-esa/bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN