Li Dersîmê di bin çavdêriya dewletê de qetlîama xwezayê!
DERSIM (DÎHA) - Li Dersîmê bi hatina zivistanê re darvan jî ketine nav daristanan. Darên berû ku ji bo gelê Dersim pîroz in, ji aliyê darvanan ve têne birîn û qereqolên li herêmê û Miduriyeta Daristanan tenê çavdêriya vê komkujiyê dikin.
Li Dersîmê bi salan e xweza ji aliyekî ve bi bendav û HES'an tê qetilkirin ji aliyê din ve darvan dikevin nav daristanên herêmê û bi taybetî ji darên berûyê ku ji bo gelê herêmê weke nirxek pîroz e dibirin. Ev qetilkirina daristanan di bin çavdêriya qerekolên herêmê û Miduriyeta Daristana pêk tê û dengê xwe ji vê qetlîama xwezayê re dernaxin. Li Dersîmê bi destpêkirina zivistanê re, darvan ketine nava daristanan û xwezaparêz jî li hember vê yekê di nava têkoşînê de ne.
Li bajêr birîna daran ji aliyê hêzên PKK'ê yên herêmê ve jî bi daxuyanî hatibû qedexekirin û van daxuyaniyan di çapemeniyê de jî cihê xwe girtibû. Li ser vê yekê jî hê darvan qetilkirina xwe ya daristanan didomînin.
Qetlîama xwezayê bi zanebûn tê kirin
Li Dersîmê li gel darên din, dara berûyê ku ji bo gel pîroz e jî tên birîn. Her çiqas li hember vê yekê şêniyên gundan gilî bikin jî ji aliyê Miduriyeta Daristanan a Dersîmê ve tiştek nayê kirin û darvanên tên girtin jî bi cezayek hindik ê pere tên berdan. Darên berûyê bi taybetî li herêma Deştê hene û li gel hatina zivistanê li gundên Kêşan, Verîkaş û Deregah ên herêma Deştê birîna daran destpê kir. Li gel ku qereqolên Sutluce, Sînan û Korfez vê herêmê baş dibinîn jî ji bo dar neyên birîn tiştekî nakin. Li gor gundiyan ev qetlîama xwezayê bi zanebûn pêk tê û ji ber vê yekê leşker dengê xwe dernaxin.
Welatiyê bi navê Kamer Çelîk ku ji gundê Verîkaş e diyar kir ku darên berûyê ji bo wan pîroz in û ev tişt gotin: "Yên ku ji navenda bajêr tê ji bo bazirganiyê daristanan xelas dikin. Deverên ku leşker dibînin tên birîn lê leşker tiştekî nakin. Em naxwazin Qerekol û Miduriyeta Daristanan çavê xwe bigirin bila mudaxaleyê wan kesan bikin."
(no/sy)