DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Li gel Ava Periyê jiyana wan jî zûwa bû

 
6 Kanûn
10:12 2015

DERSIM (DÎHA) - Ji ber ku devê Bendava Tatarê ya li ser Ava Perî ya Dersimê hatiye girtin, bi hezaran masî mirin. Gundiyên ku ji ber av tune ye nikarin zeviyên xwe av bidin dixwazin ku an bendav bi giştî werin rakirin an jî devê bendavan were vekirin.

Ava Perî ya di navbera Xarpêt, Çewlig û Dersimê ye, li gel Çemê Mûnzûrê çavkaniya jiyanê ya herêmê ne. Li ser vê çavkaniya jiyanê 9 projeyên HES'ê hene. Di dema borî de di encama berxwedana welatiyan de hin proje hatin rawestandin. Lê ji ber Bendava Tatarê ya li ser Ava Perî hatiye avakirin, gundên Garson, Paxnik, Seyidan, Quçi, Hoşê bê av mane. Ji ber bêaviyê, gundiyên ku debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin ketine nav rewşeke dijwar de.

'Bi hezaran masî mirin'

Endamê Meclîsa Şaredariya Akpazarê Yusuf Polat got ku di raporên ÇED'ê de jî hatiye diyarkirin ku divê kêmanî ji sedî 10'ê avê di çem de bimîne. Polat da zanîn ku derbarê mijarê de wan daxwazname daye lê tu bersiv nehatiye dayinîn. Polat got ku ji ber çem zûwa bûye, hevsenga ekolojiyê xirab bûye û wiha axivî: "Masî dimirin. Zindî têne kuştin û hevsenga ekolojîk xirab dibe. Welatiyên ku masîgirî, çandinî û sewalkarî jî dikin ji ber vê rewşê pir zirar dibînin. "

Di meha zivistanê de çem zûwa bû!

Ji gundê Seyîdan Cafer Yalçinkaya jî got ku ji ber Bendava Tatarê ku li ser Ava Periyê hatiye avakirin, jiyana wan serûbino bûye. Yalçînkaya destnîşan kir ku bi taybet di mehên havînê de rayedar avê bi temamî digirin û çem zûwa dikin û got tevî ku di mehên zivistanê de ne ji ber ku 15 rojin devê bendavê nehatiye vekirin, çem zûwa bûye.

'Em nikarin sewalên xwe xwedî bikin'

Çetînkaya da zanîn ku debara wan li ser çandinî û sewalkariyê ye û wiha pê de çû: "Ji ber nebûna avê kes baweriya xwe nayne û çandiniya tiştek nikare bike. Dema av tunebe em nikarin çandiniya garis, ceh, genim bikin. Em ji bo sewalên xwe jî tenî dikarin kayê bistînin û ji ber vê em nikarin sewalên xwe xwedî bikin."

Çetînkaya anî ziman ku ji ber çem zûwa bûye, jiyana wan jî zûwa dibe û ev bang kir: "Bila pêşiya avê vekin an jî bendavan bi temamî bigirin."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN