DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

'Li Tirkiyeyê hesabê can na hesabê mal tê kirin'

 
4 Kanûn
09:13 2015

RIHA (DÎHA) - Pîspora Ewlehîya Kar Dîlan Aygun, derbarê zagonên ku li ser navê ewlehî û tenduristiya karkeran têne derxistin axivî û got zagonên ku têne derxistin tenê li ser kaxizan dimînê û li Tirkiyeyê hesabê canê karker û kedkaran na, hesabê mal û pereyê karsazan tê kirin.

Qanûna Ewlehîyê Kar a Tenduristiya Kar a 6331'emîn nirxand û got: "Li dewletên Ewrûpayê bi her awayî ewlehîya kedkar û karmendan tên dîtin. Tirkiye sed sal paş Ewrûpayê tê Tirkiye bi vê rêbazî ji dêlva ewlehîya canê karmendan bistîne, dibêjin dê çawa pere bê destên me. Li Rihayê qezayê kar gihaştîye asta herî jor. Gelek kedkar bê sîgorta tên xebitandin. Di nav van karkeran de jî zarok jî pir tên xebitandin."

'Tirkiye sed sal li paş Ewropa ye'

Li Tirkiyeyê her sal bi sedan karker, ji ber şert û mercên ne ewle yên kar, di qezayên kar de an jî ji ber nexweşînên pîşeyî jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku pergala aboriyê li ser esasên kapîtalîzmê hatiye avakirin, canê karkeran na malê karsazan tê parastin. Pispora Ewlehîya Kar Dîlan Aygun, Zagona Ewlehîya Kar a Tenduristiya Kar a 6331'emîn nirxand û diyar kir ku Tirkiye di vê qadê de sed sal li paş Ewropayê ye. Aygûn da zanîn ku Tirkiye bi vê rêbazê tu carî nikare bigihîje asta Ewrûpayê û got li Tirkiyeyê, di cihê ku ewlehîya canê karkeran li ber çav were girtin, hesabê pere tê kirin.

'Zagona ewlehiya kar li ser kaxizê ye'

Aygun destnîşan kir ku Riha yek ji wan bajaran e ku rêjeya qezaya kar herî bilind e û wiha axivî: "Li Rihayê qezaya kar gihiştiye asta herî jor. Gelek kedkar bê sîgorta tên xebitandin. Di nav van karkeran de zarok jî pir tên xebitandin. Ên temenê wan gelekî biçûk jî hene. Zagona Ewlehîyê û Tenduristiya Kar tenê li ser qaxizê ye lê tu mafê karkeran nayên dayîn û karsaz hemû tenê li bêrîka xwe dinêrin."

'Her sal bi sedan karker ji ber nexweşînên kar jiyana xwe ji dest didin'

Aygun anî ziman ku ji bo ewlehî û tenduristiya kar yek ji tiştên herî girîng jî bijîşkên pispor û pisporên teknîkî ne û divê her tim bi karkeran re di têkîlîyê de bin û bi karsazan tedbîrên ewlehiyê bidin girtin. Aygun bi van gotinan dawî li nirxandina xwe anî: "Ji bo rê li ber nexweşînên pîşeyî were girtin, kesên pispor pir girîng e. Her wiha divê mafê karkeran jî fireh bibe. Li Tirkiyeyê mixabin her tim mafê karkeran tê xwarin û dema qezayan derbas dikin ji aliyê dadê jî nikarin mafên xwe bistînin. Li Tirkiyeyê di salê de di navbera 700-800 karker ji ber nexweşînên pişeyî jiyana xwe ji dest didin."

(msd/sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN