Qîmeta pîşeya xeratê jî nema!
ERZIROM (DÎHA) - Li Erziromê pîşeya xerata derî û şibakeyan, bi pêşketina derî û camên pîmapen û PVC'ê ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber eleqeya li hemberî pîşe kêm e, hosteyên vê pîşeyî jî kêm dibin.
Pêşketina teknolojî gelek pîşe û hunerê destan jî bi xwe re winda dike. Pîşeyên ku heta 20-30 sal berê pir bi qîmet û giranbiha bûn, niha êdî eleqeyê nabînin û kes li wan xwedî dernakeve. Yek ji van pîşeyan jî pîşeyê xeratê ye. Li Erziromê ku berê pîşeya xeratê pir giranbûha bû, niha eleqeya li hemberî wê kêm bûye. Bi taybetî piştî pêşketina derî û şibakeyên pîmapen û PVC'ê êdî zêde eleqeyê nabînin. Ji ber pîşe tune dibe karê xeratiyê jî tune dibe. Heta demek berê bi sedan esnafê xeratê debara xwe li ser vî pîşeyî dikirin û hunereke gelek bi qîmet bû. Gelek welatî jî ji bo bibin osteyê xeratê bi taybetî dihatin li cem hosteyan çiraxî dikirin û fêrî pîşe dibûn. Li ber destê hosteyan mezin dibûn û piştre ev pîşe ji hosteyên xwe dewir digirtin. Di her atolyeyek xeratê de herî kêm 5 - 6 kes dixebitîn. Lê niha herî zêde 2 kes dixebitin û betal in. Hosteyên xeratan ên berê ji bo derî, cem û kîlerên malan xeratî dikirin, niha tenê li gundan sparîş ji wan re tê.
'Em hosteyên dawî yên vî pîşeyî ne'
Hosteyê xeratê ango Xerat Kamîl Çelîk ê ku 35 salin vî karî dike, diyar kir ku bi pêşketina teknolojiyê re ev pîşe jî mir û wiha got: "Em niha hosteyên dawî yên vî pîşeyî ne. Sal bi sal karê me kêm dibe. Sal bi sal eleqeya li hemberî xeratê kêm dibe. Piştî şibake û deriyên Panle, pimapen, PVC pêş ketin û deriyên çelîk pêş ket, kar û pîşeyê me jî têk çû. Niha karê me xebas bûye. Em hosteyên dawî yên vî pîşeyî ne. Niha em betal li atolyeyên xwe radiwestin. Bi taybetî di demsalên zivistanê de kar tune û em betal in. Êdê em nikarin bi vî pîşeyî debara xwe bikin û tan jê dernakeve. Di pêşerojê de êdî kes li vî pîşeyî xwedî dernakeve.."
(mae)