DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dengbêj gelek bi lome ne

 
2 Kanûn
09:18 2015

WAN (DÎHA) - Dengbêjên ku êş, evîn, şer û lehengiyên Kurdistanê diherikînin ser ziman û derbasî nifşên nû dikin, bi boneya xwedî li vê çandê nayê derketin û roj bi roj tê jibîrkirin, gelek bi lome ne. Dengbêjên balkişandin ser girîngiya vê çandê, anîn ziman ku ev mîras ji bo gelê kurd wekî xezîneyekê ye û xwestin xwedî li vê çandê bê derketin.


Dengbêjên Mala Dengbêjan a di bin baneya Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) de hatin cem hev, êş, evîn, şer û lehengiyên Kurdistanê diherikînin ser ziman û derbasî nifşên nû dikin. Dengbêj diyar dikin ku bi pêşketina teknolojiyê û bêderfetiyên aborî eleqeya li hemberî dengbêjiyê roj bi roj winda dibe. Dengbêj Yusuf Kapçak diyar kir ku Mala Dengbêjan ji bo herêmê derfetek mezin e û wiha axivî: "Mala dengbêjan ji bo herêmê wekî behrekê ye. Ku kesek dixwaze bi awayek rêxistinî, ji çand û hunerê fam dike û bê Mala Dengbêjan dê ji vê behrê tasek av vexwe. Ez bangî hemû dengbêjên çar perçeyên Kurdistanê dikim. Mala Dengbêjan eynika dengbêjan e. Divê herkes xwe di eynika Mala Dengbêjan de bibîne. Em jî dê bi wan serbilind bin."

'Kes xwe nade ber karên zehmet'

Kapçak diyar kir ku di 15 saliyan xwe de Dengbêj Mehmet Salîh naskiriye. Kapçak îdîa kir ku herî zêde 30 sal temenê dengbêjiyê heye û wiha domand: "Ku ev çand winda bibe dê çanda kurd ziyanek mezin bibîne. Dengbêjî çiye û çima hejmara me zêde nabe. Kêmek dema dengbêjiyê ma ye. Sedema zêdenebûna hejmara dengbêjan jî ew e ku zehmet e. Kes xwe nade ber karên zehmet. Aliyek din jî we e ku hatiniyek aborî ya vê hunerê tune ye."

'Rêberê Gelê Kurd pêşiya jinê vekir'

Dengbêj Muqaddes jî xwest ku kurd nirxê bidin çanda xwe û ev tişt gotin: "Ez ne dengbêj dertbêj im. Dengbêjî lorîna dayîkê ye. Dibe hatibe qedexekirin lê hêj dayîkên dengbêjiyê dikin hene. Wan ev lorîn hîskiriye û vegerandina deng û heta îro anîne. Destpêka dengbêjiyê lorîna dayîkan e. Em nabêjin qediya. Bila neqede. Em dê bikolin û ji binê erdê derxin. Em dê cardin bînin ber çav. Ji hemû hunermendan re rêza me heye lê stranên dengbêjiyê dibêjin û xirab dikin. Em hêvîdarin eleqeya li hemberî denbêjiyê zêde bibe. Taybetî dengbêjên jin. Rêberê Gelê Kurd pêşiya jina kurd vekir." Dengbêj Selehattîn Irgat jî got ku 65 salî ye û ev 50 sale dengbêjiyê dike û wiha axivî: "Lê qiymena dengbêjiyê nayê zanîn."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN