DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Muzîka kurdî dê gund bi gund bê arşîvkirin

 
30 Mijdar
09:09 2015

STENBOL (DÎHA) - "Sîbera Deng" a ku ji aliyê komek sînemagerên kurd ve ji bo ku muzîkjenên kurd xebatên xwe bi qeyd û dîmenên bi qalîte arşîv bikin hate damezirandin dê li Kurdistanê gund bi gund bigere û muzîka kurdî bi belge û arşîvan ve qeyd bike.

Pêkutiyên li ser ziman û çanda kurdî bi salan qeydkirina xebatên dîmen û deng ên kurdî asteng kir. Bi salên 2000'an ve bi pêşketina teknolojiyê ve xebatên belge û arşivên kurdî pêş ketibe jî komek sînemagerên kurd ev yek bes nedîtin û hatin cem hev ji bo ku xebatên xwe bi qeyd û dîmenên bi qalîte arşîv bikin hatin cem hev û "Sîbera Deng" ava kirin. Kom xebatên çanda kurdî wekî belge û arşîv digirin bin qeydê. Ji damezirenerên "Sîbera Deng" derhênêr Mustafa Koksalan xebatên "Sîbera Deng" vegot.

'Muzîka kurdî divê bi sînemayê ve bibe yek'

Koksalan tekîldarî xebatên xwe diyar kir ku wan li ser muzîka kurdî 2 salan xebat meşandine û ji ber ku encameke baş derneketiye holê "Sîbera Deng" ava kirine. Koksalan destnîşan kir ku li ser tiştên ku dikarin ji bo muzîka kurdî bikin nîqaş kirine û wiha berdewam kir: "Gelek muzîkjenên baş hene û muzîka baş dikin. Lê carna derfetên wan ji bo qeydkirina deng û dîmen têrê nake. Me jî gote tiştekî ji bo temaşekirine bila be. Ango em sînematografîyê, mîmariyê, ronahiya xwezayî, tavê bi kar bînin, li kolanê li derve atmosfereke cuda bi kar bînin. Çiyayek, riyek, avahiyekî hatiye xirakirin, cihên bi vî rengî bi muzîka kurdî re bikin yek, hem ji bo muzîkjen bila tiştek derkeve hem jî em jî tiştekî baş darxînin holê. Em bi vî rengî derketin rê."

Di 2013'an de bi 4 kesan ve hate avakirin

Koksalan da zanîn ku xebatên xwe li ser înternetê pêk tînin û di 2013'an de bi 4 kesan ve ava kirine û wiha pêde çû. "Em fikirîn ku dikarin dîmenan di bin siya darekî de bikişînin bi vî rengî 'Sîbera Den' hate hiyê me. Ando di bin siya dengê de. Em jî dikarin di bin siya dengê de rûnên û dîmenan bikişînin."

Ji bo muzîka kurdî divê belge-arşîv bê amadekirin

Koksalan da zanîn ku di heman demê de çîrokên kurt ên muzîkjenan jî digirin dest û wiha berdewam kir: "Ji ber ku gelek mirovên em xwe bigihînin heye, em derketin rê û fikra me jî guherî. Me xwest em xwe bigihînin muzîkjenên ku derfetên wan hene yan jî tuneye, yên ku derfetên wan ên qeydkirin û dengê tuneye, yên li aliyeke mane, kesên ku hêj dengê wan nehatiye bihistin. Em ji bo wan jî van derfetan pêk bînin. Ji bo muzîka kurdî platformeke baş, arşîvek bê çêkirin."

Ji 15 koman 70 berhem hate qeydkirin

Koksalan di berdewamê de ev agahî da: "Me xebatên nêzî 15 komên muzîkê qeyd kir. Di her komê de nêzî 5 berhem me qeyd kir û bi vê re jî yek bi yek xebatên wan ên solo qeyd dikin. Mînak em ji muzîkjen re dibêjin ku xwe ne bi axaftinê bi muzîk û amurê xwe ve vebêje. Ev jî arşîveke cidî derdixe holê. Niha nêzî 70 berhem di destên me de heye."

Koksalan derbirî ku ew ji muzîka kurdî sûdê werdigirin, gelek hunermendên bi qimet hene, kesên ku muzîka kurdî îcra dikin zêde nayên naskirin, nayên dîtin, di qadê de valatiyek hîs kirine.

'Armanc gund bi gund gerandina Kurdistanê ye'

Koksalan qeydên ku paşerojê de Radyoya Erîvanê ji dengbêjen digirt bi bîr xist û got ku ew ê gund bi gund bigerin û muzîka kurdî bigirin bin qeydê. Koksalan ê ku nirxandina "Heke qeydên Radyoya Erîvanê ku ji dengbêjen girtiye nebûya dibe ku ew çand tunebûya" kir wiha axivî. "Em jî dixwazin gund bi gund bigerin û kom bi kom muzîkjen bi muzîkjen qeyd bigirin. dema ku em gund bi gund bigerin dibe ku em muzîkjenên ku hêj dengên wan nehatine qeydkirin bibînin. Bi rastî jî Kurdistan wekî bihuştê ye. dema ku deriyek vedibe em dikarin gelek muzîkjenên ku kesek hêj nizane bibînin."


Koksalan têkîldarî projeyên xwe jî agahî da û diyar kir ku der barê Kobanê de xebatên wan ê belgefîlmê heye û hêj berdewa dike. Koksalan anî ziman ku di muzîka kurdî de di warê belge û arşîvê de valatî heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di wêjeya kurdî de hê jî gelek nivîskarên ku nayên zanîn hene. Der barê wêjeya kurdî re projeya me ya dîmen û deng heye. niha em vî projeyê çêdikin. Mezinkirina projeyê, kesên din telikirin, em ciwanan digerin dixwazin teknîkê hîn bibin. Êdî piştî demeke em ji war bihêlin, ew jî ji bo kesên li pey xwe bêhêlin. Bila arşîvekî cidî ya muzîka kurdî hebe."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN