DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanên SGDF'î li Amedê hatin cem hev - HATE NÛKIRIN

 
28 Mijdar
15:42 2015

AMED (DÎHA) - Ciwanên SGDF'î yên herêma Kurdistanê bi panelekî li Amedê hatin cem hev. Di panelê de Berdevka SGDF'ya Herêrma Kurdistanê Senem Bali axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê pargalek çewisankar heye û têkçûna vê pergalê bi yekitiya ciwanan mimkune.

Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li Amedê panel li dar xist. Panel bi şîara "Em destên xwe bigihînin hev, dimeşin azadiyê" hat lidarxistin. Panel li Salona Şanoya Bajarê Mezin a Amedê pêkhat. Endamên herêma Kurdistan ên SGDF'ê tevlî panelê bûn.

Di salona panelê de wêneyên Denîz Gezmîş, Mazlum Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan, Şehîdên YDG-H'ê Ferhat Dogru û Rûken Demîr, Şehîdên SGDF'yî ên li Pirsûsê hatin qetilkirin, Şehîdên Gezî û Kobanê, alên SGDF'ê hatin daliqandin.

'Ciwan hatin astengkirin'

Ciwanên SGDF'î yên ji bo tevlîbûna panelê ji Mêrdîn û Rihayê ketin rê di rê de demek dirêj rastî astenga polîsan hatin. Heman demê de ciwanên DBP û HDP'yî yên ku xwestin tevlî panelê bibin ji aliyê polîsan ve bi hinceta "li Amedê bûyer hene" hatin astengkirin.

Bernameya panelê bi helbesta li ser berxwedana SGDF û şehîdên SGDF'î hat xwendin. Piştî helbestê axaftina vekirinê hat kirin.

'Êrîşkirina dijmin dide nîşan ku em di rêya rast de ne'

Li ser navê SGDF'ê herêma Kurdistanê Senem Bali avivî. Bali diyar kir ku li Tirkiyeyê pargalek pêkûtîker heye û têkçûna vê pergalê bi yekitiya ciwanan mimkune. Bali êrîşên dewletê yên li ser SGDF'yê nirxand û wiha got: "Êrîşên dijmin didin nîşan ku em di rêya rast de ne."

Piştî axaftina Bali sînevîzyona li ser berxwedana Gezî, Kobanê û qetlîamên Pirsûs, Roboskî û Enqerê hat pêşandan. Piştî sinevîzyonê kurteyek ji dîrok û projeyên SGDF û Jinên Ciwan ên Azad (ÖGK) ji aliyên Bernamzeta HDP'ê ya Stembolê Şerîfe Erbay hat vegotin. Piştî wê panel ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî taloq bû.

(bî/no/sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN