DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Daristanên Dersimê dewlet şewitand gel şîn dike

 
28 Mijdar
09:08 2015

DERSIM (DÎHA) - Endamên Meclîsa Ekolojiyê yên Dersimê daristanên ku ji ber topebarana hêzên dewletê şewitîne bi çandina darê berûye ji nû ve zindî dikin. Aktîvîstên ekolojiyê nirxandina "Ew çiqas xwezayê texrib bikin em ê jî ji bo ku şîn bikin ewqas têbikoşin. Em ê tenê bi parastina cihên hatine taxrîbkirin nemînin qadên darastanê jî berfirehtir bikin" kirin.

Li Kurdistanê bi şerê ji aliyê AKP'ê ve hatiye destpêkirin li aliyeke mirov tên qetilkirin li aliyê din jî xwezaya Kurdistanê ya bêhempa tê talankirin û xirakirin. Bi taybetî li herêmên çolter di operasyonan de leşkeran daristan şewitandine û nehiştin welatî şewatê vemirînin jî.Di encama van şewatan de li gelek cihan daristan hatin şewitandin, cûk û meş û moz jî hemû faunaya xweyazê zirar dît. Li Dersimê meha havînê 21 şewatê daristanê derket. Li Dersimê niha ekolojîst li qadên ku xweza hatiye texrîbkirin darên berûyê diçînin û xetrîbatan hewl didin ji holê rakin.

'Pezkovî û parsên bi Dêrsimê re bûne yek'

Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Dersimê Meral Uç diyar kir ku Dersim xwedî xwezayake taybet e û li vir cureyên cuda yên sewalan heye. Uç bilêv kir ku bi şewatên daristanan ve li vir tenê dar, daristan nayên xirakirin, pezkovî, pars û werşeq ên bi Dersimê re bûne yek jî bi xetereye ji herêmê çûyînê re rû bi rû ne.

'Şewata daristanan ên sedema wan nediyar'

Uç da zanîn ku di meha hezûranê de 21 şewatên daristanan deketiye û şewata herî mezin jî li herêma Ambarê ji aliyê gundiyan ancax di nava hefteyeke de hatiye vemirandin. Uç destnîşan kir ku dema sedema şewata daristanan ji Midûriyeta Daristanan a Bajar diirsin bersiveke baş nagirin û dibêjin hin şewat ji ber "ewlehiyê" derketine hin jî sedemên wan nediyar in.

Sedema şewatan diyar e

Uç têkîldarî şewatên daristanan de ev agahî da: "Midûriyeta Daristanan a Bajar her çiqas bibêje sedema şewata daristanan nediyar e jî em dizanin ku gelek şewat ji ber topên hewanê yên piştî herêmên 'ewlehiyê' hatin îlankirin tên avêtin derdikevin." Uç got ku li herêmên ku wekî qadên ewlehiyê hatine îlankirin şewat derketine û ji bo ku li van deran lêkolînan bikin nikarin biçin wan deran.

'Ew darekî bişewitînin emê sed dar biçînin'

Uç destnîşan kir ku dixwazin li herêmê cureyên çûkên li herêmê hem jî qada jiyana giyahewerên vê derê dixwezin biparêzin û peywireke wan a bi vî rengî heye. Uç wiha got: "Li dijî van şewatên daristanan ew darekî bişewitînin em ê jî sed daran biçînin û em ê tenê neparêzin ji bo ku berfireh bikin jî em ê têkobişon."

Ji damezirînerê Meclîsa Ekolojiyê ya Dersimê Eren Turan jî bilêv kir ku di demên dawî de jiber operasyonên leşkerî li Dersimê 300-400 hektar daristan hatiye şewitandin. Turan got ku jiber şewatan wan alîkarî xwestine lê rayedaran alîkarî nedane.

Turan derbirî ku divê v şerê li dijî xwezayê bi dawî bibe, ne tenê şewata daristanan divê, vekirina kanên madenê, kanên keviran ên ku zirarê didin xwezayê jî bi dawî bibe. Turan da zanîn ku ew li dijî van kirina têdikoşin û dê têkoşîna xwe bidomînin jî.

Darê herî baş ji bo xwezaya Dersimê berû ye

Turan der barê sedema çandina darên berûyê de jî got ku ji bo xwezaya Dersîmê baş e û di şert û mercên zivistanê yên giran de ji ber ku saxlem e çandina berûyê tercîh kirine.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN