DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

DEM-GENÇ dê hêza ciwanan kom bike

 
28 Mijdar
09:07 2015

AMED (DÎHA) - Amedekariyên 1'emîn Kongeya Awarte ya DEM-GENÇ'ê a ku dê bi beşdariya 500 delegeyan pêk bê hatin temamkirin. Aktîvîsê DEM-GENÇ'ê Bariş Coşkun diyar kir ku yek ji armanca kongreyê, komkirina hêza ciwanan e.

Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) ji bo 1'emîn Kongreya Awarte ya DEM-GENÇ'ê amede ye. 1'emîn Kongreya Awarte ya DEM-GENÇ'ê bi şîara "Em bi DEM-GENÇ'ê xwe bi rêxistin bikin; Jiyana azad avabikin" di 29'ê mijdarê de li Salona Sporê ya Navçeya Peyasê ya Amedê tê lidarxisitin. Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), Kongreya Jinên Azad (KJA), Meclîsên Gel, Dayîkên Aşityê, tevgerên çepgir û sosyalîst, tevgerên ciwanan ên ji herçar parçeyên Kurdistan hatine vexwendin. Kongre dê bi beşdariya 500 delegeyan pêk bê. Dê di dawiya kongreyê de hunermed Demhat Botan û Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firat konseran bidin.

Aktîvîsê DEM-GENÇ'ê Bariş Coşkun diyar kir ku yek ji armanca konreya DEM-GENÇ'ê potansiyela ciwanan a di demên dawî de belav bûyî kom bikin û li gorî projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû hêzên ciwan di bin banekê de bînin cem hev.

'Yekem xebata me azadiya Ocalan e'

Coşkun destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêvajoyek şerê qirêj hatiye destpêkirin û wiha axivî: "Di kongereyê de nîqaşa ku dê DEM-GENÇ li ku dera vê şoreşê cih bigire bê kirin. Heman demê de li hemberî şerê ku li Kurdistanê hatiye destpêkirin, ji bo avakirina netewa demokratîk xwe bi rêxistinkirin. " Coşkun anî ziman ku xebatên wan ên sereke ji bo azadiya Ocalan xebat kirin û li hemberî polîtîkayên çewisandinê bi projeya "xwedî derkeve" kirina meryetê ye.

(esa-bî/sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN