DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Di daqa enerjiyê de daxwaza 'xwerêveberiyê'

 
28 Mijdar
09:01 2015

DENÎZ NAZLIM

ENQERE (DÎHA)
- Li Tirkiye û Rojhilata Navîn şerê enerjiyê diqewime, EMO'yê dê geşedanên diqewimin bi sempozyuma "Di enerjiyê de sûda civakî û gelemperiyê" bigire dest. Endamê Lijneya Organîzekirina Sempozyumê Huseyîn Yeşîl diyar kir ku di enerjiyê de têkîliyên rantê serdest in û daxwaz kir ku enerjî bi rêveseriyên xweser ên rêxistinên pîşeyî jî tê de cih digirin bên rêvebirin.

Li ser navê Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB), Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) dê "10'emîn Sempozyuma Enerjiyê" bi sernavê "Di Enerjiyê de Sûda Civakî û Gelemperî" di 3-5'ê Kanûnê de li Samsun û Sînopê bên cem hev. Sempozyuma ku du salan careke tê lidarxistin û ev 20 sal in bênavber kom dibe îsal bi mijara li dijî polîtîkayên AKP'ê yên di enerjiyê de arîzîkirin û karê, enerjiya sûda gelemperiyê heye dê bicive.

Ji bo çareseriyê bingehê dê ava bike

Armanca bingehîn a sempozyumên enerjiyê yên ku ji aliyê TMMOB'ê ve tên lidarxistin, di qada enerjiyê de pirsgirêk û çareserî dikarin bên nîqaşkirin û mijara sempozyumê geşedanên li Tirkiyeyê jî li ber çavan tên girtin û tên diyarkirin. Dîsa ji ber ku wekî li Tirkiye û Rojhilata Navîn şerê enerjiyê heye û ev yek jî dê li sempozyumê bê nîqaşkirin, ev jî girîngiya sempozyumê derdixe holê.

Sempozyum dê di 3'ê Kanûnê de li Navenda Çandê ya AKM a Samsunê bê kirin û heman rojê mijarên "Di enerjiyê de gelemperîbûn" û "Di enerjiyê de sûda cevakî" dê bên nîqaşkirin. Di çarçoveya enerjî û aboriyê de Prof. Dr. Azîz Koluman û Prof. Dr. Seyhan Erdogdu dê bixavin. Dİ roja duyemîn jî mijarên wekî "Arizîkirin û encam" "Enerjî, hawirdor û civak" bên nîqaşkirin. Di vê beşê de nûnerên hin sendîka, ode û rêxistinên herêmî dê nirxandinan bikin û parêzer Yakup Okumuşoglu jî di warê hiqûqî de mijarê bigire dest.

Dê enerjiya nukleer bê nîqaşkirin

Roja sêyemîn a sempozyumê jî dê li Sînopê nîqaş bê kirin. Li Sînopê dê mijara "Enerjiya nukler" bê nîqaşkirin. Di vê beşê de dê aktîvîstên hawirdorê, akademîsyen biaxivin û der barê zirarên ku enerjiya nukler dide hawirdorê û hiqûqê nirxandinan bikin. Di sempozyumê de dê penc rûniştin û du panel bên lidarxistin. Panelek dê li Samsunê ya din jî dê li Sînopê bê lidarxistin.

'3 sal in ji bo sûdewariya civakî hilberîna enerjiyê nekirin'

Endamê Lijneya Organîzekirina Sempozyumê Huseyîn Yeşîl têkîldarî sempozyumê diyar kir ku ji bo ku suda enerjiyê ya ji bo civakê vebêjin vê carê sempozyum li dar xistine û ji bo ku balê bikişînin li ser enerjiya nukler xwestine beşek li Sînopê bê lidarxistin. Yeşîl destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ev 13 sal in polîtîkayên ku dimeşîne tu eleqeya wî bi sudewariya civakê re tuneye û ev tişt anî ziman: "Ji bo berjewandiyên şîrket û sektora taybet polîtîkayê enerjiyê afirandiye. Hemû razemeniyên xwe ji bo arizîkirin, santralên nukler û têkîliyên navneteweyî dikin. Ji ber vê yekê jî me naverok 'sûdewariya civakî' danî."

Yeşîl polîtîkaya enerjiya ji bo sûdewariya civakî jî wiha pênase kir: "Em dibêjin ku hilberîn û belavkirin di xwezaya xwe de divê yek bin. Di nav de komên pîşeyî, sendîka, komeleyên mezexan û saziyên dewletê yên têkîldar jî di nav de divê polîtîkayên enerjiyê diyar bikin. Divê enerjî bi awayeke erzan û pêbawer bigihînin gel. Elektrîk mafekî mirovî ye. Divî bêyî ku kar bikin bigihînin gel. Em vê diporêzin û ji bo vê yekê xebatê dimeşînin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN