DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Serlêdanên pêşbirka nivîsîna lîstikên kurdi destpêkir

27 Mijdar
13:41 2015

AMED (DÎHA) - Serlêdanên "6'emîn Pêşbirka Nivîsîna Listikên Kurdî ya Rehmî Hekarî" destpêkir. Ji bo serlêdanan dîroka dawî 25'ê Adara 2016'an e.

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), ji bo pêşxistina nivîskariya lîstikên Kurdî "6'emîn Pêşbirka Nivîsîna Listikên Kurdî ya Rehmî Hekarî" lidardixe. Pêşbirk li ser navê nivîskarê lîstika yekem a bi Kurdî "Memê Alan", Rehma Hekarî tê lidarxistin. Di Lijneya Hilbijêr a pêşbirkê de Dr. Ghotbedîn Sadeghî, Gazî Bamernî, Şaliko Bêkes, Leyla Batgî û Kawa Şêxê cih digirin.

Di encama pêşbirkê de, ji bo 3 berhemên ku ketine dereceyê, 3 hezar TL xelat were dayîn. Her wiha, tekstên lîstikên ku xelat girtin dê ji aliyê Lijneya Repertuar a Şanoya Bajêr were nirxandin. Dîroka dawî ya serlêdana pêşbirkê 25'ê Adara 2016'an e û encamên pêşbirkê dê di hefteya yekem a meha Gulanê de were îlan kirin.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN