DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Cîwanên Êlîhê ji bo kongreya DEM-GENÇ’ê amade ne

 
27 Mijdar
10:04 2015

ELÎH (DÎHA) – DEM-GENÇ bi mijara xwerêberiyê dê di 29’ê cotmehê de kongreya xwe ya asayî ya yekemîn pêk bîne. Li Êlîhê jî amedekariyên ji bo kongreyê bê navber didomin û aktîvîstê DEM-GENÇ’ê Mîkaîl Sezgîn bang li cîwanan kir û wiha got: “Ji bo rawestandina şerê li Kurdistanê tê meşandin, dive hemû ciwan di kongreya DEM-GENÇ’ê de bicivin.”

Federasyona Ciwanên Demokratîk ê ku hemû saziyên ciwanan yê Kurdistanê di bin siwana xwe de kom kirî, dê 29’ê Mijdarê de kongreya xwe ya asayî ya yekemîn pêk bîne. Li Elîhê jî cîwanên ku aktîvîstên DEM-GENÇ’ê û endamên Komaleya Xwendekarên Azad ên Zanîngeha Elîhê (BUO-DER) ji kongreyê re amade ne.

‘Em ê li hemberê şer bisekinin’

Aktîvîstê DEM-GENÇ’ê û endamê BUO-DER’ê Mîkaîl Sezgîn anî ziman ku xwendekar dê bi pêşniyarên xwe yên der barê avakirina heremên demokratîk de tevlî kongreyê bibin û wiha axivî: “Hikumeta AKP’ê konsepta şer a Kurdistanê didomîne. Em wekî xwendekar ji bo ku hestên xwe yên demokratîk bînin ziman dê li hember şer bisekinin. Em ê ji bo rawestandina şer tevlî kongreyê bibin.”

‘Dive hemû cîwan di kongreyê de bicivin’

Sezgîn bang li ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku qetlîamên di qedexekirina derketina kolanan de pêk tên bi dawî bibe hemû ciwan tevlî kongreyê DEM-GENÇ'ê bibin.”

(ee-özp/no/sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN