DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanên Riha û Qersê ji bo kongreya DEM-GENÇ'ê amade ne

 
27 Mijdar
09:02 2015

RIHA (DÎHA) - DEM-GENÇ amadekariyên kongreya xwe ya 29'ê mijdarê dike. Wekî gelek bajarên Kurdistanê, ji Riha û Qersê jî dê bi sedan ciwan tevlî kongreyê bibin.

Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) dê di 29'ê mijdarê de li Amedê kongreya xwe li dar bixe û xebatên kongreyê yên Rihayê jî bê navber berdewam dikin. Xebatkarên Komeleya Ciwanên Zanîngeha Harranê (HODER) li zanîngeh û taxan xebatên xwe didomînin û gotin ew hewil didin ku hemû ciwanan bibin kongreyê. Endamê DEM-GENÇ'ê Îlîmdar Karataş û Sevgî Kayar gotin ew ji kongreyê re amade ne.

Karataş anî ziman ku ew dê ji Rihayê bi 250 ciwanan tevlî kongreyê bibin û bang li hemû ciwanên daxwaza perwerdehiya wekhev û akademîk didin kir ku di 29'ê mijdarê de seat di 07.00'an de li ber HODER'ê bin.

Kayar jî balkişand ser xebatên jinan ên di nava DEM-GENÇ'ê de û wiha got: "Armanca me ew e ku em gihijin hemû jinên ciwan. Divê jin di civakê de xwedî maf bin û bi vîna xwe li ser piyan rawestin."

'Em dê rêveberiyên xweser silav bikin'

Endamên DEM-GENÇ'ê yên Zanîngeha Kafkasê ya Qersê jî xebatên bi hêz tevlî kongreyê bibin dikin. Xwendekarê Zanîngeha Kafkasê Cihat Ayar diyar kir ku DEM-GENÇ bi taybet dê mijarên rêveberiyên xweseriyê û rola ciwanan a ku di rêveberiyên xweser de cih bigire dê bigire dest. Ayar anî ziman ku ciwan li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi rêxistinbûnekî nû dê rizgariya gelan û rêveberiyên xweser silav bikin û wiha got: "Li Qersê di xebatan de me rêveberiyên xweserî ji gel re vegotin. Em dê ji Qersê bi 60 hevalan re ber bi Amedê ve bi rê bikevin."

Xwendekarê din Okan Taş wiha got: "Em dê bi rêveberiyên xweser hem nasnameya xwe ya azad înşa bikin û hem jî em dê cewheriya mirovahiyê derbixin holê. Em dê bi vê yekê jî asta civaka polîtîk û exlaqî derbixin holê."

Xwendekara bi navê Yazgul Mehmetoglu jî diyar kir ku dê li ser rola jinê ya di rêveberiya xweser de xebatan bikin.

(bd/sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN