DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li Dersimê 'Gulsosin' dipişkivin

 
26 Mijdar
09:15 2015

DÊRSIM (DÎHA) - Belgefîlma bi navê "Gulsosin" a ku ji hêla Caner Canerîk ve li ser çanda Dêrsimê hatiye kişandin derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Di belgefîlmê de pîrejina bi tena serê xwe dijî û debara xwe bi firotina şîrê çêleka ku destê wê jê nabire dike.


Rojnameger Caner Canerîk piştî ku ji Stenbolê vegeriya Dêrsimê, belgefîlma "Gulsosin" a ku li ser çanda Dêrsimê ye kişand. Canerîk heta niha 9 belgefîlmên bi kirmanckî kişandiye û hewl dide bi vî awayî çanda Dêrsimê bi dinyayê bide nasandin. Yek ji van belgefîlman jê "Gulsosin" e. Di belgefîlmê de qala jiyana dayika 75 salî ya bi navê Cevahîr Şanli dike. Belgefîlma "Gulsosin" di 28'ê mijdarê de seat di 17.30'an de li Navenda Çandê ya Ciwanan a Şaredariya Dêrsimê were pêşandan.


Çîroka têkoşîneke mezin a bi êş vedibêje

Canerîk diyar kir ku jinên Dêrsimê tu car dest ji kevneşopiya xwe bernadin û got ku sewalkarî keda jêveneger a jinên Dêrsimê ye. Canerîk da zanîn ku dema jina bi navê Cevahîr Şanli cara ewilî dît bala wî kişandiye û wiha axivî: "Belgefîlm li ser mijara jineke li gund dijî û keda wê ya bi çêleka xwedî dike ya rojekê vedibêje. Li herêmê bi derfetên kêm bê çawa sewalkariyê re mijûl dibin û jiyana wan çawa derbas dibe. Ev çîroka kesên qîma xwe bi tiştên hindik tîne û ji bo wê bê çawa êşên mezin dikêşine."


'Ne bibin pêlîstoka destê kesan û ne jî ji tu kesî re bibin bar'

Canerîk anî ziman ku jinên li herêma Dêrsimê dijîn tu car bindestiyê qebûl nakin û got ku ew tahdê li tu kesî jî nakin. Canerîk bilêv kir ku wî hewl da balê bikşîne ser vê mijarê biwêja "Ne bibin pêlîstoka destê kesan û ne jî ji tu kesî re bibin bar" mijara belgefîlma xwe rave kir.


'Lê binêre her tim Gulsosin dipişkivin'

Canerîk anî ziman wî navê "Gulsosin" li ev çîroka Cevahîr Şanli kiriye û belgefîlma xwe wiha rave kir: "Jina ku Siltan Silêman bûye evîndarê wê, ew jî bûye evîndarê bilbilê. Ji Siltan re gotiye 'Ez ji ev bilbila di kafesê de ye hez dikim. Heke tu vî bilbilî azad bikî, ez ê bi te re bizewicim'. Siltan di demsala payîzê dema gulsosin dipişkivin de bilbil azad kir. 4 sal berê kurê min ê ku min gelekî jê hez dikir di vê demsalê çû ser dilovaniya xwe. Lê binêre va ye her tim gulsosin dipişkivin û ez zanim kurê min nayê."


(wk/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN