DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li Navenda Çanda Semayê atolyeya sînemayê dest pê kir

 
25 Mijdar
16:29 2015

AGIRÎ (DÎHA) - Li Navenda Çanda Semayê ya Agiriyê atolyeya sînemayê bi beşdariya 20 kesan dest pê kir.

Li Navenda Çandê ya Semayê ku di bin banê Şaredariya Agiriyê de xebatên çandî dimeşîne bi beşdariya 20 kesan atolyeya sînemayê dest pê kir. Di dawiya atolyeya ku nêzîkê hefteyek bidome de dê ji bo kurtefîlman jî xebat bên meşandin. Her wiha hat ragihandin ku ev atolye dê bibe bingeha komuna sînemayê ya bajêr. Her kesê ku dixwaze beşdarî atolyeyê bibe dikare serî li navendê bide.

(gka/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN