DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Rêxistinên ciwanan: Em dê xwedî li Nisêbînê derkevin

 
25 Mijdar
09:18 2015

MÊRSÎN (DÎHA) - Rêxistinên ciwanan ên li Mêrsînê êrîşên dewletê yên li hemberî gelê Nisêbînê şermezar kirin û banga xwedî derketina li gelê Nisêbînê kirin. Rêxistinên ciwanan daxuyandin ku dê bi çalakiyên xwe yên rêxistinî êrîşan vala derxin.

Nerazîbûnên li hemberî rewşa awarte ya li Nisêbînê û êrîşên li hemberî gel hindî diçe zêde dibin. Rêxistinên ciwanan ên sosyalîst ên li Mêrsînê êrîş bi tundî şermezar kirin û banga xwedî lê derketinê li hemû kesê kirin. Endamê Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Sandra Nalbat diyar kir ku êrîşên mezin li hemberî mafê jiyanê yê gelê Nisêbînê heye û wiha axivî: "Gel bi awayek bêceyran, av û nan ev 13 roje di bin dorpêçê de tê girtin. Xwîna kesên li wir tê qetilkirin li ser polîsên AKP'ê ye. Divê kes li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne."

'Em dê nerazîbûna xwe nîşan bidin'

Endamê Genç Senê Ayça Yanar jî pêkanînên dewletê yên li Nisêbînê wekî, "terora dewletê" nirxand û wiha domand: "Dewletê meşrûiyeta xwe li Nisêbînê winda kiriye. Ji bo vê komkujiyan dike. Astengkirina komkujiya li Nisêbînê girêdayî deng derxistina bajarên Tirkiyeyê ye. Em dê di zûtirîn demê de vê berteka we bi awayek rêxistinî nîşan bidin û li cem gel cih bigirin."

'Em dê dengê gelê kurd ragihînin gelên din'

Endama Komeleya Jinên Ciwan ên Azad Esra Güzel Ersoy jî bi bîrxist ku AKP li Cizîr, Farqîn, Nisêbîn û Geverê mirovan qetil dike. Ersoy ev tişt anîn ziman: "Medyaya AKP'ê êrîşan bi xweseriyên xwecihî ve girê dide. Lê êrîşên AKP'ê bi armanca komkujiyan pêk tên. Gelê kurd dixwaze xwe bi rêve bibe û ev jî mafê gelê kurd e. Em dê dengê gelê kurd ragihînin gelên din." Endamê Komeleya Ciwanên Azd Mahmut Gul jî derbirî ku dewlet dixwaze li Nisêbînê komkujiyê pêk bîne û wiha pêde çû: "Gelê kurd li hemberî êrîşa parastina rewa dike. Divê hemû gel li cem gelê Nisêbînê cih bigirin." Endamê Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) Tansu Taş, bang li hemû kesî kir ku li cem gelê Nisêbînê cih bigirin.

(nk/eal/eb)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN