DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Serlêdana pêşbirka tekstên şanoya kurdî dest pê dike

 
25 Mijdar
09:15 2015

AMED (DÎHA) - Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 6'emîn Pêşbirka Tekstên Şanoyê yên Kurdî da destpêkirin. Tekstên ku bikevin pileyê dê ji hêla komên şoneyê ve bêne pêşandan. Gerînendeyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Fuat Ozdemir bang li girtî, şanoger û nivîserên şanoyê kir ku berhemên xwe ji wan re bişînin.

Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 6'emîn Pêşbaziya Tekstên Şanoyê yên Kurdî dide destpêkirin. Di çarçoveya pêşbaziyê de ji şanoger û nivîskarên şanoyê yên herçar parçeyên Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê, ji girtiyên siyasî yên kurd ên li zindanan bi riya nameyan testên şanoyê tên xwestin. Testên hatîn ji hêla komîsyonekê ve tê nirxandin û ji van ên hatin hilbijartin ji aliyên komên şanoyê yên kurd ve wekî lîstik tên pêşandan. Serlêdanên beşdarbûna bernameya tekstên kurdî dê di meha kanûna 2015'an de dest pê bike û heya gulana 2016'an bidome.

'Em dixwazin xeyalên girtiyên azadiyê bigihînin gel'

Gerînendeyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Fuat Ozdemir diyar kir ku armanca wan ya lidarxistina bernameya daxwaznameyên tekstên kurdî ew e ku çanda herçar parçeyên Kurdistanê, xeyal û serpêhatiyên girtiyên tevgera azadiyê bigihînin gel. Ozdemir anî ziman ku tekstên tên hilbijartin û pile bigirin dê ji aliyê komên şanoyê yên Amedê ve bên lîstin û wiha got: "Koma Ş. Yekta Hêvî ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê tekstek ku par pile girtî di 3. Festîvala Şanoyê ya Amedê de lîstin."

'Herî zêde girtîgeh alîkariya me dikin'

Ozdemir destnîşan kir ku herî zêde girtîgeh piştgiriya wan dikin û wiha axivî: "Sala borî 50 tekstên kurdî ji me re hatin, ji van 38 tekst ji girtîgehên girtiyên ji doza Tevgera Azadiyê lê ne hatin şandin." Ozdemir bang li girtî, şanoger û nivîserên şanoya kurdî kir û got ku ji bo pêşxistina şanoya kurdî divê her kes tevlî pêşwaziya wan bibe.

(bî/eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN