DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Me bi xebateke komîn mîhrîcana şanoyê lidarxist'

 
24 Mijdar
11:20 2015

AMED (DÎHA) - 3'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê îsal ji aliyê komîna şanoyê ve hate amadekirin. Gerînendeyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Fuat Ozdemir diyar kir ku yek ji armancên meclîsa şanoyê ew e ku şanoyê bigihîne civakê, wan di mîhrîcanê de pêngava yekem avêtiye û wiha axivî "Me ji herçar parçeyên Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê şanoger anîn cem hev û bi hev re xebatek komîn da meşandin."

Şanoya Bajarê Mezin a Amedê sê sal in mîhrîcanên şanoyê li dardixe. Îsal jî 3'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi şîara 'Em Şanoya Civaka Demokratîk Bi Hev Re Biafirînin' hat lidarxistin. Cûdahiya Mîhrîcana 3'yemîn ji mîhrîcanên din ew bû ku mîhrîcan ji aliyê komîna şanoyê ve hat amede kirin.

Ekîbên şanoyê yên paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê diparêzin bi şîara "Her cihê ku civak lê dijî dika şanoyê ye" di 3'yê tîrmeha 2015'an de civiyan û meclîsa şanoyê li darxistin. Şanogerên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firat, Navenda Çandê ya Mezopotamya, Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û komên şanoyê yên Dîlok, Agirî, Şirnex û Wêranşarê tevlî civînê bûn.

3'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ji aliyê vê meclîsê ve hat amede kirin. Gerînendeyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Fuat Ozdemir diyar kir ku yek ji armancên meclîsa şanoyê ewe ku şanoyê li bajar, tax, kolan heya gundan bigerînin û bigihînin civakê. Ozdemir da zanîn ku armanca duyem jî ewe ku hemû şanogerên kurd di bin banekî de kombikin û çareseriyê ji pisgirêkên şanoya kurdî bibînin. Ozdemir got ku wan bi 3'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê pêngava yekem avêt û wiha axivî: "Me ji herçar parçeyên Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê şanoger anîn cem hev û bi hev re xebatek komîn da meşandin."

Ozdemir got ku heya niha şanoya kurdî wek reklam dihat dîtin lê wan di vê mîhrîcanê de dît ku kalîteya şanoya kurdî gihiştiye astek bilind.

Pêvajoya şer hêza hunerê neşikand

Ozdemir anî ziman ku 3'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê di navbera dîrokên 15 û 22'ê mijdarê de hat lidarxistin, 12 kom tevlî mîhrîcanê bûn û wiha axivî: "Dema me biryara amedekirina mîhrîcanê da em hizirîn ku ji bo rewşa şer ya li bajarên Kurdistanê gel eleqeyê nîşanî mîhrîcanê nede. Lê dema em bi gel re axivîn, me dît ku gel dixwaze li kêleka tekoşîna çekdarî, tekoşînê bi hunerê jî bide meşandin. Me biryar da ku em mîhrîcanê li darbixin."

'5 hezar kes wek temaşevan tevlî mîhrîcanê bûn'

Ozdemir daxuyand ku wan bi vê mihrîcanê peyama xwe gîhandin gel û bi giştî 5 hezar kes tevlî mîhrîcanê bûn û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Heman demê de eleqeyek zêde ya zarokan ji bo şanoyên zarokan ên hatîn lîstin hebû. Dused kes jî wek mêhvan tevlî mîhrîcanê bûn û 30 kes ji wan mêhvanan heta mîhrîcan bi dawî bû bername şopandin."

Akademiyên hunerî yên kurdî şanoya kurd bi hêz dikin

Ozdemir di dawiya axaftinên xwe de qala giringiya akedemiyên hunerî yên kurd kir û wiha axivî: "Me di mîhrîcanê de dît ku bandorek erênî ya akedemiyên hunerî yên kurdan ên wek Konserutuvara Aram Tîgran û Navenda Çand û Huner ya Cegerxwîn li ser şanoya kurdî heye. Ji van akedemiyan komên şanoyê tevlî mîhrîcanê bûn û gelek şanogerên ji cihên din hatîn jî derketiyên van akedemiyanin. Divê gelê kurd li van akedemiyên hunerî derbikeve."

(bî/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN