DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Xusro Sine: Ol xwe bi hunerê dixemilîne

 
23 Mijdar
10:28 2015

AMED (DÎHA) - Lêkolînerê şanoyê Xusro Sine, li ser peywendiya ol û hunerê û bi taybet jî li ser şanoya olî axivî û got ol ji bo bikaribin baweriya xwe belav bikin û bandora xwe ya civakî xurt bikin xwe bi hunerê dixemilînin.

Huner bi destpêka mirovahiyê re derketiye holê û şêweyê jiyana mirovan bi xwe jî weke çalakiyeke hunerî tê nirxandin. Bi taybet şano û muzîk jî wekî formên hunerî yên destpêkê têşe girtine. Ji serdema Neolotîk heya niha, têkiliya ol û baweriyan ya bi hunerê re hebû. Bawerî û huner, wek beşên çanda manewî hevûdu bandor kirine û ji hevûdu sûde bigirin.

Mirovên kevin, baweriyên xwe bi merasimên hunerî nîşan didan. Ji bo berdewam kirina jiyanê, nûkirina xwezayê, bereketa axê, derketina rojê, hatina biharê, ji xwedê lava kirin û şînan, merasimên olî yên şanoyî dihatin lidarxistin ku ji wan merasiman re şanoya olî tê gotin.

"Di şanoya olî de bîner ne tenê temaşevan e"

Lêkolînerê Şanoyê Xusro Sine ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ji bo 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê çend rojan bû mêvanê bajêr. Mamoste Xusro Sine, li ser şanoya olî axivî û diyar kir ku şanoya olî wek wecîbeyekê olan e û beşeke ji baweriyê ye. Sine destnîşan kir ku şanoya olî ji sê beşan; bîner, lîstikvan û baweriya mijara wî olî pêk tê û wiha berdewam kir: "Di şanoya olî de bîner ne tenê ji bo temaşekirinê diçe şanoyê, bîner bi xwe jî di şanoyê de cih digire."

'Şanoyên olî di roj û cihên taybet tê pêşandan'

Sine da zanîn ku şanoyên olî di rojên taybet, li cihên taybet, bi reng û cilên taybet tên pêşandan. Sine di baweriya Îslamê de çuyîna Hecê, di baweriya Xiristiyaniyê de çêbûna karnavalan yan jî şanoyên li ser jiyana Hz. Îsa, di mezhebê Şîa de taziye mînak da û wiha pêde çû: "Şanoya olî ji aliyê kesên berpirsên ol ve tên rêvebirin û kesên tevlî dibin ji ber baweriya xwe tevlî şanoya olî dibin."

'Civak dikaribû xwe bi hunerê rêxistin kiriba'

Sine anî ziman ku di demê Xiristiyaniyê de, kesên oldar hêza hunerê dîtin û karên hunerî yên li derveyî kilîsê qedexe kirin. Sine destnîşan kir ku eger huner neketa bin kontrola olê, civak dikaribû xwe bi hunerê rêxistin bikira. Sine diyar kir ku, olan ji bo baweriya xwe belav bikin û bala mirovan bikşînin huner bikaranîne û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ol, xwe ewqas bi hunerê dixemilîne ku kesek ne oldar be jî hezkirinek ya şano û stranên olî pêre çêdibe."

(bî-esa/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN