DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li şanoyekê ku 'Qesrê' bidarizîne digere!

 
23 Mijdar
09:06 2015

DENÎZ NAZLIM

ENQERE (DÎHA)
- Nivîskar û rojnameger Ahmet Abakay ê pirtûka xwe ya dawî ya bi navê "Devr-î Sultan" a weke şanoyeke nivîsandiye û salên bi şer, qatlîam û diziyê yên li ser gelên Tirkiyeyê hatiye ferzkirin digire dest di beşa dawî de jî sucdaran di "dadgeha gel" de didarizîne. Abakay diyar kir ku ew li "şanoyeke wêrek" a çîroka ku li gerstêrka bi navê "Sultanistanê" derbas dibe bîne pêşberî temaşevanan digere.

Pirtûka nû ya nivîskar û rojnameger Ahmet Abakay a bi navê "Devr-î Sultan" ji Weşanxaneya Yazilamayê derket. Pirtûka ku îro di refan de cihê xwe bigire pirtûka pencemîn a Abakay e û wekî "lîstîk" hatiye nivîsandin. Nivîskar lîstîka xwe ji 2 perde û 6 sahneyan nivîsandine û bûyer jî li gerstêrka bi navê "Sultanistan" a "bi milyonan kîlometre durî dinyayê ye" derbas dibe. Bi qerekterên bi navên "Serok" û "Bersuc Levent" di roja îroyîn de bi destên AKP û Qesrê şer, qatlîam û diziyên ku li ser gelên Tirkiyeyê tên ferzkirin ji xwendevanan re vê vegotin.

Abakay ji Tirkiyeya îroyîn cudatin di dawiya lîstikê de pêşerojeke xeyal dike û "Serok" û "Bersuc Levent" ên di serê mirov de kî ne diyar dibe li dadgeha gel didarizîne.

'Ji bo ku piştî salan neyê jibîrkirin hate nivîsandin'

Nivîskar Abakay di paşgotina pirtûka xwe de wiha dibêje: "Di esasê xwe de ev ne lîstik e. Ev çîroka zilm û nehiqûqiya vî welatî ye." Abakay di berdewamê de jî nirxandina "Ev pirtûk ji bo ku kabosa li welatê me tên jiyandin îro û piştî salan neyê jibîrkirin hatiye nivîsandin" dike.

Nivîskar di perdeya lekemîn a lîstikê de sucên "Serok" û alîgirên wî yên li "Gerstêrka Sultanistanê" dikin ve dibêje û piştre jî bi sehneyên tên ve jî xwendevan êdî li welatê xwe yê ku polîtîkayên înkar û îmhayê tê esasgirtin dibe parçeyeke lîstikê û di çîrokê de cihê xwe digere:

"Gotiye ez jî ji we me û bûye îxtidar. Dema ku tê îxtidarê ketine odeya xezîneyê, li wir bi milyarên gel ên ku hatine komkirin bi çewalan ve birine malên xwe û kirine zulayên xwe... Piştî ku daraz jî bi xwe ve girêdane êdî kesekî nekariye dest bide wan... Li welatê cîran de şerê navxweyî sor kirine. Ji rêxistinên olî yên terorîst ên ku serê mirovan jê dikin de alîkariya mîlîtanan kirine... Di dawiye de bûne çete, li avahiyên qaçax ên ku çêkirine û qesrên mezin bi cih bûne... Ketine şerê 'paralelî, terelelî'. Ketine her şiklî. Di dawiyê de li duraxa DAIŞ'ê bûne mêvan. Lê di dawiyê de xwe dane dest. Gel şiqamek li wan xistiye. Ew derxistine dadgeha gel..."

Xeyal e!

Nivîskar di perdeya yekemîn de bûyerên di navbera salên 2002-2015'an vedibêje û çawa hemû muxalîf hatine fîşkirin, hatine binçavkirin û girtin, jiyan bi destê dewletê ve çawa ketiye xetereyê vedibêje û bi zimanekî îronî wiha dibêje: "Tiştên ku li vir tên vegotin li vî dinyayê re, tiştên bi vî cihanê diqewimin re eleqeya wan nîne. Hemû bûyer û şexs xeyal in."

Gel didarizîne

Di sehneyên din de jî rastiya li cografyaya Kurdistanê ya "heke dewlet hatibe ji bo tiştekî xirab hatiye" dike mijar. Piştre jî gelek bûyerên nehiqûqê yên li Tirkiyeyê dike mijar û di beşa dawî de jî "Serok " dadgehê de " "Bersuc Levent" ê ku ji "serok" re bi gotinên "parsel bi parsel firotin" "xinayet dike" ji aliyê gel ve tên darizandin.

Berkîn, Alî Îsmaîl, Ethem, malbatên Roboskê: Te em kuştin

Dîsa di dawiya pirtûkê de ji bo îspatkirina sucan ji heyeta dadgehê "şahid" dixwaze û Berkîn Elvan bi bafiroka xwe ve, Alî îsmaîl Korkmaz û Ethem Sarisuluk bi gotina "te em kuştin" û malbatên Robaskê "te zarokên me bombebaran kirin" ve derdikevin pêşberî "Serok". Herî dawî jî şivanekî kurd bi gotina "te hestira min kuşt" ve derdikeve pêşberî "Serok" û ji nişkave "qutuyên pêlavan" ên derdikevin û gel serok û alîgirên wî didarizînin.

'Ji bo lîstîka xwe şanoyeke wêrek digerim'

Nivîskar Abakay ê em têkîldarî lîstîka wê axivîn ewil rewşenbîran rexne dike û wiha dibêjê: "Bêdengî ji bo rewşenbîran bû hunerek. An bêdeng dibin an jî ji bo îxtidarê diaxivin. Mirovê rewşenbîr dema ku l^edijî, rastî çi be li gorî wê dinivîsîne û vedibêje, ji civakê re radigihîne. Hejmara yên ku dinivîsîn kêm dibe. Ez jî di nava van hejmara wan kêm dibe de me û ji bo bidim bihistin nivîsand." Abakay dibêje ku ew ji bo çîroka "Gerstêrka Sultanistanê" bilîze û Qesrê bidarizîne "şaneyeke wêrek" digere. Herî dawî jî van gotinan tîne ziman: "Banga min a şanoyê dê çiqas bê bersivandin nizanim. Di cihana çand û hunerê de çi xema wan e dê bi vî banga min ve em ê bibînin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN