DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû

 
22 Mijdar
22:50 2015

AMED (DÎHA) - 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi nîşandana reqsa bi navê "Leyla" ku jiyana Leyla Bedirxan vedibêje ve bi dawî bû.

3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ya ku di 22'yê mijdarê de dest pê kiribû bi dawî bû. Gelek komên şanoyê ji her çar parçeyên Kurdistanê û Stembolê tevlî mîhrîcanê bûn. 2 komên şanoyê ji rojhilatê Kurdistanê, 3 ji başûrê Kurdistanê, komek ji bakûrê Kurdistanê û 2 kom jî ji Stembolê tevlî mîhrîcanê bûn. Ji Kantona Cizîrê Koma Ş.Yekta dê bi şanoya "Êdî Bes e" tevlî mîhrîcanê bibûya lê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat astengkirin. Di mîhrîcanê de 15 şano hatin nîşandan û 5 semîner jî hatin pêşkêşkirin. Bernameyên mîhrîcanê li Salona Sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê hat nîşandan.

Di roja dawî ya mîhrîcanê de şanoya "Masîreşka Biçûk ya ji bo zarokan û pêşandana reqsa bi navê "Leyla" ku jiyana reqsvana kurd Leyla Bedirxan kiriye mijara xwe hatin nîşandan. Şanohezan heya roja dawî eleqeyek zêde nîşanî mîhrîcanê da. Piştî ku reqsa "Leyla" bi dawî bû rêveberiya amedekar ya mîhrîcanê sipasî li hemû kesên ku di mîhrîcanê de ked dayî kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî sipasyiyên xwe ji rêveberiya amadekar re kirin û destegul da lîstikvanên şanoya bi navê "Leyla."

(bî-no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN