DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dengê tara Rojhilat li Bakur jî bilind dibe

 
21 Mijdar
10:45 2015

BÊRÎTAN ÎRLAN

AMED (DÎHA)
- Amûra muzîkê tar a ku li Rojhilatê Kurdistanê bûye çavkaniya îlhama helbestvanan, ji aliyê Konserutuvara Aram Tîgran ve ji ciwanên Bakurê Kurdistanê re tê hînkirin. Mamosteyê tarê Peyman Salhiyan ku ji bo jenîna tarê nîşan bide hatiye Amedê, bi van gotinan sedema hatina xwe vegot: "Em dixwazin dengên herçar parçeyên Kurdistanê bi zarokên kurd bidin nasîn."

"Tu hişk sîmî, hişk darî, hişk postî gelo ji ku tê ev dengê bi dostî", helbestvanan bi van gotinan amûra tarê aniye ziman. Tar, ku amûreke muzîka Rojhilatê ye, bi xweşiya dengê xwe ji helbestvanan re bûye îlham. Çêkirina tarê jî hunereke zirav dixwaze û herkes nikare vê amûrê çêbike. Qasî ku tar bi dengê xwe hestên mirovan dagir dike, bi şeklê xwe jî balkêş û ciwan e. Kaseya tarê ji dara tûyê û destikê wê jî ji dara guzê çêdibe. Singa wê jî bi çerm tê pêçan. Xweşiya dengê dara tuyê û dengê çermê, dengeke bilind û zirav dide Tarê. Perdeyên li ser destikê tarê, ji hestiyê hêştiran hatine çêkirin û li ser wan re jî 6 têl hatine girêdan. Rişeya ku tar pê tê lêxistin jî ji hesin yan jî hestiyê lawiran û petekê hingivîn e.

Dengê tarê yê xweş ji Rojhilat hat Bakur

Tar, amûreke muzîkê ye ku bi giranî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê lêxistin. Piraniya hunermendên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ber tarê distirin. Perwerdehiya tarê, cara yekem bi xebatên Konserutuvara Aram Tîgran hat Bakurê Kurdistanê û êdî zarokên Bakur jî fêrî vê amûra dengxweş dibin. Li ser xwesteka Konserutuvara Aram Tîgran, jênerê tarê Peyman Salhiyan ji Rojhilatê Kurdistanê hat Amedê û jenîna tarê, nîşanî ciwanan dike.

Mamosteyê tarê Peyman Salhiyan diyar kir ku ew cara yekem ji bo konserekê hat Amedê û bi lêxistina tarê tevlî konserê bû û wiha axivî: "Ji me re pêşniyar hat ku ez jenîna Tarê nîşanî ciwanên Amedê bidim. Piştî wê, min li Konserutuvara Aram Tîgran dest bi dayîna tar û sêtarê kir."

'Em dixwazin metodek hevbeş ya muzîka kurdî ava bikin'

Salhiyan destnîşan kir ku amûrên muzîkê yên weke saz, gitar, qanun û hwd. gerdûnî ne û herkes nazdike û lêdixe. Salhiyan anî ziman ku hinek amûrên muzîkê li gel xweşiya dengê xwe jî nayên nasîn û wiha got: "Tar dengek Rojhilata Navîn e, ji beriya 400 sal derketiye. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê lêxisitin. Piraniya hunermend li ber tarê stranan dibêjin. Tar tenê li Îranê û Rojhilat tê nasîn û lêxistin." Salhiyan da zanîn ku ew dixwazin tarê bînin Bakurê Kurdistanê da ku zarok û ciwanên Bakur fêrî dengên herêma Rojhilatê Kurdistanê bibin û wiha pê de çû: "Em dixwazin muzîk û dengên herçar parçeyên Kurdistanê bi zarokên kurd bidin nasîn, ji bo em bikaribin metodek muzîka kurdî biafirînin."

'Em li vir fêrî zimanê muzîkê yê bi kurdî bûn'

Ji ber ku Salhiyan ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye, zarava wî ji zarava şagirtên muzîkê yên Bakur cûda ye. Salhiyan got ku her çiqas carinan pirsgirêk derdikevin holê jî, bo ku ew demek e li vir dijîn êdî hevdû fêm dikin. Salhiyan destnîşan kir ku tişta li Bakur bala wî kişand ew e ku hunermendên Bakur zimanê muzîkê kirine kurdî û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Me zimanê muzîkê bi zimanê îngilîzî yan jî farisî bilêv dikir. Lê me li vir dest ji zimanên biyanî berda û êdî bi zimanê kurdî muzîkê vedibêjin."

(esa/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN