DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Tizbiyên bi sebreke mizin tên çêdikin ji bo tenduristiyê sûdewar in

 
21 Mijdar
09:29 2015

RIHA (DÎHA) - Tizbiyên li Rihayê ji kevirên Oltu, Lule û Kehribar çêdibin, buhayê wan ji 70 TL heta 20 hezar TL tên guhertin. Tizbiyên kevir û kehrîbar ên bi sebrek mezin û hunerek zirav tên çêkirin, ji bo nexweşiyên wekî guatr û sarayê gelek baş in.

Tizbî di çand û jiyana mirovan de cihekî taybet digire. Ji destpêka civakbûnê heta niha piştî mirovan dest bi hunera destan kir, çanda tizbiyê jî di nava mirovan de pêş ket. Gelek mirov wekî amûra baweriyê bikar tînin û gelek mirov jî ji bo sebr, zewq û amûra stresê bikar tînin. Mirovên ku mîsyon û rolek mezin li ser tizbiyan bar dikin bi hunerek zirav tizbiyan çêdikin. Tizbiyên ku ji kevirên Erzirom, Oltu, Lule û Kehrîbarê çêdibin xwedî qîmetek mezin in.
Hosteyên tizbiyan ku bi ked, sebr û hostatiyek mezin tizbiyan çêdikin, ji reçîneyaçam a kehrîbarê tizbiyan çêdikin. Li Rihayê tizbiyên herî giranbiha û bi qîmet in, tizbiyên kehrîbar in. Pisporên herî zêde tizbiyan ji berhemên kehribar damla, ecîn, zar û agir dibijêrin. Pisporên ku li Xana Gumrikê ya Qada Haşimiye ya Rihayê dezgehên xwe datînin, bi huner û eşqek mezin tizbiyan çêdikin û bi sebrek zêde tizbiyan difiroşin. Pispor Osman Karasaban ê 43 salî diyar kir ku ev hem karekî meraqê ye û hem jî huner û çandek herêmê ye. Osman Karasapan, da zanîn ku ew ji bavê xwe fêrî vî kari bûye.

Karê mehaqê ye'

Ciwanê 23 salî Abdulhakim Karasapan jî, diyar kir ku wî ev kar ji bavê xwe dewir girtiye û karê meraqê ye. Karasapan, anî ziman ku welatiyê Rihayê zêde tizbiyê bikar tînin û meraqiyên tizbiyê ne. Karasapan, destnîşan kir ku kesên koleksiyonê çêdikin jî hene û kesên ji bo sebdê dixin destê xwe û tizbiyê dikişînin jî hene. Karasapan, bilêv kir muşteriyê wan ji Enqere, Amed û Stenbolê jî hene û her mehê nêzî 200 tezbî wekî sparîş dişînin. Karasapan, bilêv kir ku li atolyeyê 3 hoste dixebitin û di demsala havînê de bêtir hilberîna tisbiyan çêdikin. Karasapan, bibîrxist ku çiraq piştî salekê hêj nû dibin hoste û kedek mezin dixwaze.

Karasapan, da zanîn ku tizbiyên Kehribarê agir û Sikma rastî eleqeyek mezin tên û wiha got: "Hin kehrîbar zîv jî li ser wan tên neqişandin. Buhayê wan ji 70 TL heta 20 hezar TL tê guhertin. Kehribarên ji serdema Osmanî mane jî hene. Di navbera kehrîbarê berê û niha de ferqek gelek mezin heye. Kehribar madeyekî pir bi qîmet e. Dîsa demla dara çamê jî pir bi qîmet e û di heman demê de ji bo tenduristiyê jî gelek baş e. Ev herrîbar ji Ukrayna tên. Kehrîbar ji bo nexweşiyên wekî Guatr û Sara jî pir baş in."

'Hoste heta 200 dolarî distînin'

Karasapan, bibîrxist ku mirovên kal û pîr ji koleksiyona tizbiyan hez dikin û ciwan jî pir ji tizbiyan hez dikin û wiha got: "Ciwan bêtir ji tizbiyên bi zîv hatiye xemilandin hez dikin. Em modelên wekî beyzik kesim, arpa, kapsul, kesme û teşeyê hêkan çêdikin. Karkeriya tizbiyan ji 100-150 TL tê guhertin. Karker 150-200 dolar heqê dest digirin. Tizbiyên herî biha tizbiyên kehribarên Osmanî ne. Nêzî 4-5 hezar TL ye. kehribarên toz jî heta 15-20 TL tên guhertin.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN