DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Navenda Çanda Wêranşarê dest bi serdema nû kir

 
20 Mijdar
09:46 2015

RIHA (DÎHA) - Navenda Çand û Hunerê ya Wêranşarê ku 11 sal in xebatên xwe didomîne niha jî bi gelek kursên hunerî re dest bi serdema nû dike.

Navenda Çand û Hunera Wêranşarê ji 2004'an de heta niha ligel êrîşên dewletê xebatên xwe bê navber domandiye û bi coşekê mezin gihandiye gel. Navenda çandê, di serdema nû ya xebatan de, di gelek beşên cuda de dest bi kursên hunerî kir. Navenda çandê, di beşên tembûr, keman, def, gîtar, şano û koroya zarokan de xebatên xwe da meşandin. Xebatkarê navenda çandê Welat Erdemcî diyar kir ku ji 2004'an heta niha xebatên xwe digihînin gel.

Erdemcî da zanîn ku xebatên xwe li hemberî asîmîlasyon, modernîteya kapîtalîst û emperyalîst bi nerîna çanda şoreşgerî didin meşandin. Erdemcî destnîşan kir ku ji bo tevgera azadî ya kurd xebatên çand û huner pir girîngin û wiha axivî: "Ji ber vê yekê divê em çand û hunera xwe ji bo lêgerîna azadiyê bimeşînin. Em jî hunereke alternatîf bi giyana azad dimeşînin."

'Li ziman, çand û hunera xwe xwedî derkevin'

Erdemcî anî ziman ku bi taybet zarokên ku têne navenda çandî li hemberî polîtîkayên pişaftin û qirkirina çandê werperdehî dibînin. Erdemcî got ku eleqeya gel a ji bo xebatên wan baş e û wiha pê de çû: "Her ku diçe xebatên me berfireh dibe û ji welatiyên Wêranşarê baldarî û eleqeyek pir mezin heye. Em dixwazin di serî de zarokên me bi çand û hunera xwe mezin bibin û nekevin nav pergala dewletê. Mirov divê ziman, çand û hunera xwe hîn bibe û berî her tiştî xwe zanibe. Ez bang li hemû gelê Wêranşarê dikim, bila werin li ziman, çand û hunera xwe xwedî derkevin."

(msd/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN