DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

DEM-GENÇ'a Qersê rêveberiyên cewherî silav kir

 
19 Mijdar
15:16 2015

QERS (DÎHA) - Xwendekarên DEM-GENÇ'ê yê Zanîngeha Kafkasê rêveberiyên cewherî yên li Kurdsitanê hatine îlankirin silav kir û lanet li êrîşên dewletê barandin.

Xwendekarên endamên Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) yên li Zanîngeha Kafkasê ya Qersê dixwînin, ji bo silavkirina rêveberiyên cewherî yên li Kurdistanê hatine îlankirin li ber Fakulteya Perwerdehiyê hatin cem hev. Ciwanan pankarta "Bi rêveberiyên cewherî re ber bi pêşeroja azad ve" hilgirtin û dirûşmên "Bijî xweseriya demokratîk, bijî azadî", "Êrîş nikare me bêzar bike" û "Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Li ser navê xwendekaran Medya Çevrîm di bin dorpêça polîsan de daxuyanî xwend. Çevrîm bang li dewletê kir ku hurmetê nîşanî vîna gel rêveberiyên cewherî û hêza siyasî bidin û xwest hêza demokratîk nas bikin.

'Hurmetê nîşanî biryara gel a diyarkirina çarenûsa xwe daye bidin'

ÇEvrîm anî ziman ku mafê hemû gelên bindest û neteweyan heye ku çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin û got ku yên vê yekê nas nakin ew ê tune bibin û wiha pê de çû: "Em gelê xwe yê ku li hemberî êrîşan bi berxwedana xwe rêveberiya cewherî û jiyaneke bi rûmet ava kiriye û bi modela azadîxwaz û demokratîk pêş xsitiye silav dikin."

Piştî daxuyaniyê xwendekar derbasî kantîna fakulteyê bûn û li ser pergala rêveberiya cewherî nîqaş kirin.

(wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN