DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Hesin di destên wî de nerm dibe

 
19 Mijdar
09:02 2015

BÊRÎTAN ÎRLAN

AMED (DÎHA)
- Peykertraş Seywan Seîdiyan ê ji rojhilatê Kurdistanê, ev salekî ye li Amedê peykerên ji hesin çêdike. Seîdiyan diyar kir ku ew dixwaze ji tiştek nexweşik berhemeke narîn derbixe û wiha got: "Ez dixwazim hesin di destê min de nerm bibe."

Peykertraşê ji rojhilatê Kurdistanê Seywan Seîdiyan peykerên hesin çêdike. Seîdiyan ji hesinên kevn ên ku êdî kêrî bikaranînê nayên kom dike û bi hunera xwe şekil dide hesinan. Seîdiyan herî zêde peykerê mirov û lawiran çêdike, xweşî û nexweşiyên jiyanê bi hesin dinexşîne. Dema Seîdiyan parçeyek hesin dibîne, xeyal dike û wî dişibîne tiştekî. Piştî wê jî li ser hesin dixebite, bi qaynax û xizara hesin dike peyker.

'Hesin di destê min de pir nerm e'

Seîdiyan heskirina xwe ya çêkirina peykerên hesin wiha anî ziman: "Hesin meteryalekî pir hişk û ne xweşik e. Lê mirov dikare estetîkê bide tiştên nexweşik jî. Ez dixwazim ji tiştek nexweşik berhemek narîn derbixim. Ez dixwazim ku hesin di destê min de pir nerm be. Heta niha ez bi gelek meteryalan xebitîme. Meteryalê ku herî zêde jê hezdikim hesin e. Ez dihizirim ku di demê pêş de jî vê xebatê bidomînim."

Di sala 2015'an de 120 peyker çêkir

Seîdiyan ev salekî ye li Amedê dijî û ji xwe re atolyeyekê jî vekiriye. Seîdiyan da zanîn ku wî destpêkê wekî materyal dar bikaraniye lê piştî demekê dest bikaranîna hesin kiriye. Seîdiyan destnîşan kir ku wî di 2015'an de 120 peyker çêkirine û niha jî li Mêrdînê amedekariya peykereke bilindbûna wê 4 metre û nîv dike.

'Hesinê bêboyax orjînaltir e'

Seîdiyan derbirî ku di cîhanê de meteryalên çêkirina peyker kêmin û wiha axivî: "Çîmento, kirêc, herî, kevir dar û hinek meteryalên din jî hene. Kesên ku li ser hesin dixebitin pirin lê her kes bi nêrîn û hestên xwe li ser dixebite." Seîdiyan anî ziman ku gelek kesên li ser hesin dixebitin, peykerê xwe boyax dikin û wiha got: "Ji ber ku ez bi hesinê kevn dixebitim ez naxwazim boyax bikim. Hesinê boyaxnekirî ji bo min orjînaltir xuya dike."

'Berhemên min bala her kesî dikişîne'

Seîdiyan destnîşan kir ku tişta wî keyfxweş dike ew e hemû kesên di civakê de ji berhemê wî hezdikin û wiha pê de çû: "Berhemên min bala zarok, ciwan, kal û pîr û hemû kesan dikişîne. Ji ber ku xebata min li ser jiyana rojane ye."

Seîdiyan got ku ew dihizire ku huner li dijî şer e û divê huner jiyanê ciwan bike. Seîdiyan daxuyand ku dema ew hat Amedê yekem armanca wî ew bû ku şagirtên nû fêrî karê xwe bike.

(wk/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN