DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Min pirsgirêka gelê Kurd kir mijara şanoya xwe'

 
19 Mijdar
09:00 2015

AMED (DÎHA) - Derhêner Helkewt Îdrîs bi lîstika "Tabloyek ji mazotê" ji Duhoka rengîn tevlî 3'yemîn Mîhrîcana Şanoya Amedê bû. Îdrîs diyar kir ku şoreşa kurd ne tenê bi hêza çekan bi hêza hunerî jî didome û derbarê têkiliya huner û rastiya civakê de jî wiha got: "Gelê kurd hem bi xwe re hem jî bi dijminê xwe re di nava şer de ye. Ev yek ji bo min paradoksek e. Lewma min pirsgirêka gelê kurd kir mijara şanoya xwe."

3'yemîn Mîhrîcana Şanoya Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” di navbera 15 û 22’ê mijdarê de li Amedê dest pê kir û şanogerên ji herçar parçeyên Kurdistanê tevlî mîhrîcanê bûn. Derhênerê lîstika "Tabloyek ji mazotê" Helkewt Îdrîs, ji bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê hatiye û tevlî mîhrîcanê bûye. Îdrîs, derbarê mijara lîstikê de axivî û got mijara şanoyê girtîgehekê ku mazot di binê wê de heye. Îdrîs got ku hêzên desthilatdar ên welat dixwazin girtiyan azad bikin, ji bo mazotê ji girtîgehê derbixin û wiha axivî: "Her çendî girtîgeh jî be girtî naxwazin welatê wan ji aliyê kesên biyanî ve bên kolandin. Herî dawî li ser pereyê mazotê şer dikin. Dawiya şanoyê de keçek dilîrîne û ew jî tê wateya şoreşa kurd. Ew keç keçek ji wan keçan e ku bi keleş û hizra xwe gel diparêze."

'Min pirsgirêka gelê Kurd kir mijara şanoya xwe'

Îdrîs destnîşan kir ku baweriya wî bi şanoya germ heye, şanoya germ sitîlek a şanoyê ye ku bûyerên roja îro dike mijara xwe. Îdrîs da zanîn ku niha pirsgirêka yekgirtinê ya gelê kurd heye û wiha pê de çû: "Gelê kurd hem bi xwe re hem jî bi dijminê xwe re di nava şer de ye. Ev yek ji bo min paradoksek e. Lewma min pirsgirêka gelê kurd kir mijara şanoya xwe."

'Şoreşa Kurd bi hêza hunerî jî didome'

Îdrîs anî ziman ku li Amedê pêşandana şanoyê ji bo wî pir girîng e û got ku Amed hem di aliyê çandî û hem jî di aliyê berxwedanê de bajarek mînak e û wiha derbirî: "Hesreta Amedê ya di dilê me de em anîn ser dika şanoya Amedê." Îdrîs got ku li aliyekê zilma polîsên faşîstan di kolanên Amedê de dibînin, li aliyê din jî li Amedê şanoyên kurdî tê pêşkêşkirin û wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Ev jî tê wê wateyê ku şoreşa kurd ne tenê çekdarî, di heman demê de bi hêza hunerî jî didome."

'Divê siyasetmedarên Kurd jî wekî hunermendan hev bigirin'

Îdrîs diyar kir ku îro hunermendên kurd li Amedê karekî pir girîng dikin û bilêv kir ku ji herçar parçeyên Kurdistanê bi hevparî karê hunerî dimeşîn. Îdrîs da zanîn ku hemû hunermendên îro li Amedê kom bûne xwe wek kesek Amedî hîsdikin û wiha domand: "Ev jî hêza jiyana bi hev re derdixe holê. Em dixwazin siyasetmedarên kurd jî weke me hev bigirin."

Îdrîs da zanîn ku herçend li başûrê Kurdistanê krîza aborî heye jî, ji bo ew bên Amedê di rewşên pir zehmet de xebitîn. Îdrîs got ku eger îro şervanên kurd ji bo gelê xwe di rewşên pir zor de şer dikin ew jî dikarin ji bo hunera kurd kedê bidin.

(bî/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN