DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Navenda Ciwanan a Bahoz Aydin hate vekirin

 
18 Mijdar
10:45 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - DEM-GENÇ'ê li Sîlopiyê Navenda Ciwanan a Bahoz Aydin vekir. Dayika Halîl Can, Guler can a ku di merasîma vekirinê de axivî hestên xwe bi gotina "Îro bi sedan ciwan di riya wan de dimeşin" hestên xwe îfade kir.

DEM-GENÇ'ê li navçeya Sîlopiya Şirnexê di çarçoveya xebatên înşakirina rêveberiya cewherî de li taxa Barbarosê Navenda Ciwanan a Bahoz Aydin hate vekirin. Navenda ciwanan a ku navê Halîl Can (Bahoz Aydin) ê di 30'ê Tebaxê de di operasyonê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin hate dayîn bi rengên kesk û sor û zer hate boyaxkirin. Li navendê posterê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û pankarta "Li Serokatiya xwe, li ziman, çand, xwesirî û axa xwe xwedî derkeve" hate daliqandin û bi seran ciwan tevli merasîma vekirina navendê bûn.

'Pêşengê berxwedanê ciwan in'

Di menasîma vekirinê de Hevseroka Meclîsa Gey Pakîze Nayir axivî û azadkirina Şengalê pîroz kir û wiha got: "Pêşengiya berxwedanê ciwanên me dikin. Wekî ku serokatiya me got 'Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser kevin'. " Dayika HAlîl Can, Guler Can jî Alî Oduk û Faruk Aydin ê heman rojê bi kurê wê re hatin qetilkirin bi bîr xist û hestên xwe bi gotina "Aydin, Kemal û Berxwedan çûn lê tu kes dev ji doza xwe bernadin. Îro bi sedan ciwan di riya wan de dimeşin" anî ziman.

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN