DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Wesayîtên xurde jiyana karkeran dixe xetereyê

 
18 Mijdar
09:27 2015

EDENE (DÎHA) - Li Tirkiyeyê ku sedemeke mezin a mirinên karkeran qezayên trafîkê ye, di meha borî de 33 karkerên çandiniyê di van qezayan de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji bajarên ku karker herî zêde di qezayan de jiyana xwe ji jî Edene ye. Serokê Komeleya Navbeykarên Çandiniyê ya Cukorovayê Fevzî Ete diyar kir ku ji ber kontrolên pêwist nayên kirin jiyana karkeran dikeve xetereyê.

Li Tirkiyeyê sedemek herî sereke ya mirina karkeran yek jî qezayên trafîkê ye. Li gorî raporên Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Kar û Karkeran mirinên karkeran di nav 4 sektoran de herî zêde di sektoran çandiniyê de derdikeve pêş. Li gorî daneyên meclisê di meha cotmehê de 45 kes di sektora îşaatê, 33 kes di sektora çandiniyê de bi tevahî 143 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di 10 mehên sala 2015'an de jî bi giştî hezar 461 karker di encama qezayên kar de mirine. Di raporên têkildarî qezayên kar de, herî zêd ji ber, qezayên trafîk, ketin, di bin herifteyan de mayînê karker jiyana xwe ji dest didin.

Ji ber wesayîtên xurde mirin çêdibin

Karkerên di qada çandiniyê de dixebitin bêsendîqa û bêewlehî ne. Ji ber vê yekê her roj qezayên nû çê dibin û karker jiyana xwe ji dest didin. Bajarên herî zêde kuştinên karkeran pêk tên yek jî Edene ye. Li bajar di nav du mehên dawiyê de 10 karker di qezayên trafîkê de mirin û bi dehan jî birîndar bûn. Sedema herî mezin a van qezayan jî ew e ku wesayîtên bûne xurde di birin û anîna karkeran de tên bikar anîn.

Li wesayîtên 25 kesî, 35-45 kesan siwar dikin

Serokê Komeleya Navbeykarên Çandiniyê ya Cukorovayê Fevzî Ete diyar kir ku wesayîtên di navbera 5-10 hezar TL'yan de yên bûne xurda di birin û anîna karkeran de tên bikar anîn. Ete derbirî ku di erebeyên 25 kesî de di navbera 35 û 45 karkeran bi cih dikin. Ete wiha got: "Jiyana karkeran li ber çavan nagirin. Jiyana karkeran diavêjin talûkeyê. Pirsgirêkek jî xetayên şofîr dikin e. Ji bo bigihin kar ecele dikin. Sedemek din jî wesayîtên têkçûyî û kevn in. A sêyemîn jî zêde girtina karkeran e. Wesayîtên xirabe yên ew qas karkeran digirin, bêgulan qeza dikin. Her wiha belgeyên barkirinê yên wesayîtan jî tunin. Sîgorteyên wesayîtan tunin. Ji bo vê ji polîsan redivin û qeza dikin."

'Tenê li ehliyet û rûhsatê dinêrin'

Ete daxuyand ku ji bo pêşî li vê rewşê bigirin serî li gelek cihan dane lê tu encam negirtine û ev tişt anîn ziman. "Hind dever dikevin berpirsyariya cendirmeyan. Cendirme li belgeya D2 û sîgortayê nanêre. Tenê li sîgorteya trafîkê, mûaneya wesayitê û ewlehiyetê temaşe dike. Ev ji wan re têrê dike. Lê ev têrê nake. Ev dibe sedema reqabetek neheq jî. Di wesayîtek belgeya D2 heyî de erebe tê venêrîn, tabûre di hundirê wê de tê cihkirin. Ku lênêrîna pêwist neyê kirin belgeya D2 nikarin bigirin. Ji bo vê sedemek mirinan jî bêkontrolî ye. Divê ev bên kirin."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN