DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji devê leşkerekî îtîrafên sûcên dewletê

 
18 Mijdar
09:09 2015

MANÎSA (DÎHA) - Leşkerê bi navê Yakup Meşe ku girêdayî Tugaya Qeyseriyê di salên 1990'an de li Kurdistanê leşkerî kiriye, sûcên dewletê nivîsandin. Meşe, hemû înfaz û qetlîmanên dewletê yên li Kurdistanê di pirtûka bi navê, "Laşê Bêserî" vedibêje.

Sûcên dewletê di salên 90'î de li Kurdistanê kirîn, dibin mijara pirtûkan. Ji van pirtûkan yek jî bi navê, "Laşê Bêserî" ji hêla leşkerê bi navê Yakup Meşe ve hate nivîsandin. Meşe di sala 1991'an de diçe leşkeriyê û li Tugaya Qeyseriyê wezîfeyê dike. Tugaya Qeyseriyê ku wekî Tugaya Boluyê wekî hêza operasyonel a li Kurdistanê hatibû wezîfedarkirin, gelek sûcên şer pêk anîbûn. Di encama operasyonên van tugayan de bi hezaran hemwelatiyên kurd hatibûn qetilkirin. Meşe girêdayî vê tugaya dişînin Cizîra Şirnexê. Meşe bûyerên li vir bûye şahid bi çavê du ciwanan bi awayek çîrokî vedibêje û serdemek tarî bi vî awayî ronî dike. Meşe di pirtûkê de nîşa dike ku Cizîr cawa ji hêla dewletê ve hate şewitandin û xirabkirin. Di pirtûkê de polîtîkayên dewletê yên koçberkirin û qetilkirinên 'kiryar nediyar' jî radixe berçavan. Bûyerên Meşe vedibêje di heman demê de zilma dewletê ya li hemberî gelê kurd hatiye meşandin jî nîşan dide.

Şahidiya wirankirina welatekê kir

Meşe diyar dike ku xwe li hemberî dîrokê deyndar dîtiye û bi vê armancê ev pirtûk nivîsandiye. Meşe dide zanîn ku xwestiye ew bûyerên wî şahidî kiriye ji hêla herkesî vê bên zanîn. Meşe dibêje ku di dema leşkeriyê de bi pêkaninên ku tu caran ji bîr nake re rû bi rû maye. Ji van bûyeran yekê vedibêje Meşe û van gotinan derbasî rûpelên pirtûkê dike: "Malên gelê Cizirê dihatin xirabkirin. Tugaya leşkerî agir berda Cizîrê. Hemwelatiyên malên wan şewitîn jî bi neçarî koçî Başûrê Kurdistanê dikirin."

'Tu carî baweriya dewletê bi cerdevanan nayê'

Meşe diyar dike ku 3 mehan li Tugaya Leşkerî ya Qeyseriyê perwerdehiye xişîmiyê dibîne û van agahiyan dide: "Min li Gever, Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê wezîfe kir. Rojekê bi beşdariya cerdevanan em derketin operasyonê. Cerdevan dan herî pêşiyê. Cerdevan li pêşiya me diçûn. Fermandaran ji me re digotin 'gelek baldar bin. Tu carî baweriya xwe bi cerdevanan neînin. Cerdevan jî terorîst in'. Ez vê yekê ji bo ku cerdevan jî êdî rastiyê bibînin. Bila bibînin ka di nav rewşek çawa de ne. Fermandarên ji me re gotin bi cerdevanan bawer nekin, ji cerdevanan re jî digotin, 'hûn fedaiyên me ne, hûn lehengên me ne, hûn qehreman in'. Cerdevan di ferqa vê yekê de nebûn."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN