DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li Amedê rojên têr şanoyî didomin

 
17 Mijdar
21:00 2015

AMED (DÎHA) - Lîstikên ji Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê yên di çarçoveya 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê hatin nîşandan, ji şanohezan eleqeyek mezin dît.

Çalakiyên çand û hunerê yên di çarçoveya 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de berdewam dikin. Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de jî şahonezan eleqeyek mezin nîşanî lîstikan da. Danê sibê de semînera "Nêrînek li Dîroka Şanoya Kurdistanê û Arasteyên Nû li Şanoya Rojhilat" ji aliyê Xusro Sine ve hat pêşkêşkirin. Di demjimêrên piştî nîvro de jî şanoya "Siltanê Fîlan" ku ji aliyê Şanoya Bajar ya Êlihê ve hatî amedekirin hat pêşkêşkirin. Di demjimêrên evarê de jî şanoya "Çirîkê Waran" ku ji aliyê Koma Şanoyê ya Kirmanşahê ve hatî amede kirin, hat pêşkêşkirin. Dê sibê bernameya festîvalê bi semînerek û dû şanoyan bê berdewam kirin.

Sibê semînera, "Di dîroka şanoya kurdî de berhem û kelepora wêjeyî" dê ji aliyê Çetoyê Zêdo di demjimêr 12:00'an de li Şanoya Bajar ya Amedê bê pêşkêşkirin. Şanoya "Xaw Eray Zemîn" dê di demjimêr 15:00'an de li Şanoya Bajar ya Amedê bê pêşkêşkirin. Şanoya "Bijîşkê Hêja" jî dê di demjimêr 19:00'an de li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bê pêşkêşkirin.

(bî-esa/eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN