DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Bi şanoyê balkişandin ser komkujiyên Kurdistanê

 
17 Mijdar
15:29 2015

ANTALYA (DÎHA) - Endamên DEM-GENÇ'ê yên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin, bi şanoya pêşkêş kirin balkişandin ser operasyonên qirkirina siyasî û komkujiyên sivîlan ên li Kurdistanê pêk tên.

Endamên DEM-GENÇ'ê yên li Zanîngeha Akdenîza Antalyayê dixwîninji bo balê bikşînin ser komkujiyên sivîlan ên bi destê hêzên dewletê ve li Kurdistanê pêk tên û operasyonên qirkirinên siyasî li ber Gozlem Evî hatin cem hev. Xwendekar bi şanoya ku pêşkêş kirin bal kişandin ser komkujiyên li hemberî kurdan pêk tê.

Di şanoyê de mijarên wekî Haci Lokman Bîrlîk ê ku li Şirnexê piştî hat înfazkirin li pey wesayîta zirxî li erdê kaşkirin û li Nisêbînê dayika bi navê Selamet Yeşîlmen a ku bi bombeya ji hêla tîmên taybet ve hat avêtin û jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên wê birîndar bûn, hatin lîstin.

Xwendeakrên şano temaşe kirin demên hestyar jiyan. Piştî şanoyê ciwanan pankarta "Her ku hûn bibin DAIŞ, em ê jî bibin Kobanê" hilgirtin û daxuyanî da çapemeniyê. Xwendekar Dîlara Çelîk daxuyanî xwend. Çelîk diyar kir ku dewlet hewl dide li Kurdistanê dkomkujiyan pêk bîne û ev tişt anî ziman: "Dewlet li Kurdistanê bedena ciwanan li pey wesayîta zirxî girê dide û li erdê kaş dike, bedena jinan teşhîr dike, zarokê 4 mehî dikuje û bi vî awayî hewl dide tirsê biafirîne. Ne torosên Davutoglu, ne polîsên dest bixwîn ên dewletê ku li ser dîwaran nivîsên faşîzan dinivîsînin, nikarin çavên me bitirsînin."

Piştî daxuyaniyê xwedekar dbi dirûşma "Em aştiyê dixwazin û di aştiyê de bi israr in" berz kirin û destmalên spî li ber polîsan danîn.

(wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN