DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Riya mûzîkê têkoşîneke mezin dixwaze'

 
17 Mijdar
09:05 2015

STENBOL (DÎHA) - Hunermenda Kurd Ruşen Alkar bi albuma xwe ya yekem a bi navê "Sebr" hewl dide formên mûzîka Kurdî û Rojava bigihîne hevûdu. Alkar, meşa li ser riya mûzîkê wek têkoşîneke mezin dibîne û dibêje ewê jî bi evîn û sebreke mezin xebatên xwe berdewam bike.

Yek ji hunermendên Kurd ku ji bo pêşxistina mûzîka Kurdî di nav hewldanê de ye Ruşen Alkar e ku bi giranî muzîka Kurdî di formên caz û rock de şîrove dike. Alkar ku ev salên dirêj in bi mûzîkê re eleqeder e, albuma xwe ya yekem a berhema keda 3 salan, bi navê "Sebr" pêşkeşî guhdarên mûzîka Kurdî kir.

Alkar, bi mûzîkê re di salên lîseyê de mijûl bû û di wan salan de perwerdehiya mûzîka Rojava girt. Alkar di zanîngehê de jî perwerdehiya xwe ya mûzîkê berdewam kir û di nav salên borî de li gelek bajaran jî di konseran de stranên xwe pêşkeşî guhdaran kir. Yek ji taybetmendiyên Alkar jî ew e ku li gel stranên Kurdî, stranên bi Îngilizî, Fransizî û Îtalyanî jî çêdike.

'Dixwazim mûzîka Kurdî bi forma caz re bigihînim hev'

Alkar, ku xwe weke mûzîkjeneke pênase dike diyar dike ku mûzîk jiyanê bi wate dike. Yek ji daxwazên Alkar jî ew e ku mûzîka Kurdî bi forma caz re zêdetir bigihîne hev. Alkar ji bo pirsa navê albuma xwe jî vê bersivê dide: "Demek dirêj bû di dilê min de evîna mûzîkê heye. Lê ji ber rewşa welat, sedemên siyasî û aborî heya niha min nekarî ez albumekê amade bikim. Ji ber ku riya mûzîkê têkoşîneke mezin dixwaze, min navê albumê danî Sebr."

Di albumê de ji bo Komkujiya Roboskî û berxwedana Gezî jî stran hene

Alkar da zanîn ku di albuma wê de hem stranên Kurdî hem jî stranên Tirkî hene. Yek ji stranên di albumê de jî strana hunermenda mezin a Kurd Eyşe Şan a bi navê "Were Keçê" ye ku ji nû ve hatiye şîrovekirin. Di albuma ku 10 stran tê de hene, stranên ku Komkujiya Roboskî û berxwedana Gezî jî tîne ziman hene.

'Ezê bi evîn û sebrê berdewam bikim'

Alkar, derbarê nêrînên guhdarên xwe û xeta xwe ya mûzîkê de jî wiha şîrove kir: "Ez bawer im yên min guhdar dikin, rengê mûzîkekê ku ji aliyê xwe yê otantîk veqetiya ye û entegreyê mûzîka Rojavayê bûye dibihîsin. Di bingeha min a mûzîkê de mûzîka Rojava heye." Alkar herî dawî dibêje ku ewê bi evîn û sebreke mezin xebatên xwe bimeşîne.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN