DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

DEM GENÇ: Mifteya azadiyê rêveberiya cewherî ye

 
17 Mijdar
09:04 2015

AMED (DÎHA) - Rêxistina sîwanê ya saziyên ciwanan DEM-GENÇ, bi perspektîfa avakirina pergala rêveberiya cewherî ber bi kongreyê ve diçe. Hevberdevkê DEM-GENÇ'ê Cîhan Gunerî da zanîn ku dê ciwan di peşxistina hemû xalên pergala xwerêvebirinê de roleke aktîf bigirin ser xwe û got "Mifteya azadiyê rêveberiya cewherî ye."

Konfederasyona Cîwanan a Demokratîk (DEM-GENÇ) a ku saziyên cîwanên Kurdistanê di bin sîwana xwe de kom kiriye, dê bi şîara "Bi DEM-GENÇ'ê re rêxistin bibin, jiyana azad ava bikin" di 29'ê Mijdarê de kongreya xwe ya asayî ya 1'emîn pêk bîne. DEM-GENÇ'ê, di 26'ê Avrelê de ji bo rêxistinbûna tevgera ciwanan gaveke girîng pêş xistibû û bi kongreya xwe re, Meclîsa Cîwanên Partiya Heremên Demokratîk, Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Heremên Demokratîk, Meclîsa Cîwanan a Kongera Cîvaka Demokratîk, Navenda Çanda Cîwanan û Federasyona Komaleyên Demokratîk a Xwendekaran di bin siwana xwe kom kiribû. DEM-GENÇ, dê bi vê kongreya xwe ya nû re, pergala rêveberiya cewherî bigire rojeva xwe û ji bo rêxistinbûneke li gor vê, nîqaşan bimeşîne û biryaran bigire.

'Mifteya azadiyê tenê rêveberiya cewherî ye'

Hevberdevkê DEM-GENÇ'ê Cîhan Gunerî, derbarê rojeva kongreyê de axivî û da zanîn ku rêveberiya cewherî jiyana azad îfade dike. Gunerî balê kişand ser êrîşên hikûmeta AKP'ê ya li ser vîna rêveberiya cewherî û got AKP dixwaze bi riya şer, pergala rêveberiya cewherî ji holê rake. Gunerî, di pêşxistina pergala xwerêvebirinê de li ser rola ciwanan jî axivî û got: "Ciwan li her qadên jiyanê li hemberî êrîşên dewleta tirk liberxwe dide. Ji ber ku mifteya azadiyê tenê rêveberiya cewheriye."

'Dê ciwan di hemû xalan de xebat bimeşînin'

Gûnerî destnîşankir ku mînakên xweseriya demokratîk û rêveberiya cewherî li tevahiya cîhanê hene û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk rêveberiya cevherî krîmînalîze dike û bi xendekan dide nasîn. Dê ciwan li hemberî êrîşan li berxwe bidin. Lê tenê bi xala parastina cewherî xwe bi sînor nekin û 8 xalên bingehîn ên rêveberiya cewherî ava bikin."

'DEM-GENÇ dê roleke aktîf bigire ser xwe'

Gûnerî got ku DEM-GENÇ dê di avakirina pergala rêveberiya cewherî de roleke aktîf bigire ser xwe û wiha pê de çû: "Di kongreyê de lingên modela rêveberiya cewherî bê nirxandin. DEM-GENÇ dê di nava vê modelê dê çawa cih bigirin, emê van nîqaş bikin." Gûnerî da zanîn ku DEM-GENÇ di avakirina rêveberîya cevherî de hêza sereke ye û got ku endamên wan dê li her derî komîsyonan ava bikin û wê 8 xalên rêveberiya cewherî roj bi roj pêş bixin.

'DEM-GENÇ ji bo jinan pêngaveke nû ye'

Aktîvîsta DEM-GENÇ'ê Hatîce Çelîk jî got ku jin wê bi rengê xwe birêxistin bibin û DEM-GENÇ ji bo jinan pêngaveke nû ye. Çelîk wiha pê de çû: "Di kongreyê de dê perspektîfa jinên ciwan bê dîyar kirin. Jinên ciwan dê pirsgirêkên xwe binirxîne. Jinên ciwan wê çawa di nava rêveberiya cewherî cih bigirin û wê li hemberî êrîşan xwe çawa biparêzin, evê werin nîqaşkirin."

(ozp-mr/sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN