DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Bulut 'dîplomasiya kurdan' ronî dike

 
16 Mijdar
09:05 2015

EVRÎM KEPENEK

STENBOL (DÎHA)
- Pirtûka bi navê "Ji dîrokê heta niha di kurdan de dîplomasî" ya rojnameger û pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut derket. Pirtûka ku bersivê dide pirsên wekî "Di kurdan de dîplomasî çi ye, çi nîne" ji bo kesên ku xebatên kurdan ên di warê dîpolomasiyê de mereq dikin berhemeke girîng e. Bulut ê ku li çar parçeyê Kurdistanê lêkolîn kir wiha got: "Di encamê de Konferansa Neteweyî ya Kurd" kom bibe. Dîplomasî pêdîvî ye. Tû pêdivî bi çi dibînî divê li dora wî kom bibî. Kurd jî dê bibin yek."

"Kurdan dema ku têkoşîna azadiyê dane dîplomasiyeke çawa meşandine? Bi kê re tifaq pêk anîne li dijî kê têkoşiyan? Kurdên bêdewlet an jî gelê ku nekarî bibe dewlet cihê wan di dîplomasiyê de çi ye?" Pirtûka bi navê "Ji dîrokê heta niha di kurdan de dîplomasî" ya rojnameger û pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut bersivê dide pirsên bi vî rengî. Pirtûka ji Weşanxaneya Evrenselê derket ji bo kesên ku xebatên dîpolomasiyê yên kurdan mereq dikin berhemekî girîng e.

Nivîskar Bulut di pirtûka xwe ya ji du cildan pêk tê de, ewil di cîlda yekemîn de ji bo ku hêj nekeve mijara kurdan û dîplomasiyê ji bo ku têkîliya siyaset û dîplomasiyê bê fêmkirin bingeheke amade dike. Di beşa yekemîn e "pênasekirinên polîtîkaya hundirin û ya derve, cudatiya siyaseta derve û dîplomasiyê" de xwendevan ji pênasekirina dîplomasiyê heta Kongreya Viyanayê ya ku bingeha dîplomasiya Serdema Navîn e, ji wir jî heta dîpolomasiya osmaniyan û cureyên dîpolomasiyê derdikeve rêwîtiyeke zîhnî. Bulut der barê teoriyên têkîliyên navneteweyî û têkîliyên wan ên bi aştiyê re jî xwendevanan agahdar dike. Bulut di beşa duyemîn a pirtûkê de jî dîroka dîplomasiya kurdan dide.

Sedema beştreşiyê heman e

Di beşa duyemîn de ku ji bo kesên mijarên wekî di serdema navîn de mînakên dîplomasiya kurdan, îsyan û pevçûnên begitiyên kurdan, têkîliyên kurdan a bi dewletên mezin re, kurdên Tirkiyeyê, polîtîkaya kemalîstan a der barê kurdan de mereq dikin hatiye amadekirin. Di vî beşê de nivîskar hemû detayên ku têkîliyên kurdan ên bi dewletên mezin re dide xwendevanan. Di vê beşê de detayek wiha cih digire: "Di dema dawî ya osmaniyan de Mehmet Emîn Zekî Beg (1880-1948) ê efser bû û di hikûmeta Iraqê de wezîrtî dikir parçebûna di navbera kurdan de wiha tehlîl dike; 'bi cografyaya xwe ve Kurdistan her tin rastî êrîşên selçukiyan hatiye. Ji destpêka dîrokê heta niha kurd û Kurdistanê dema em dinêrin sedema ku gel bi bela û musîbetan re rû bi rû maye heman e. Ji ber ku li hemberî hev hesudî kirin, nifrîn, cudakarî, parçekirin anga sedemên bi vîrengî nehiştiye ku li hemberî hêzên xiraker yekîtiya xwe ava bikin û bi hevre parastina xwe pêş bixin."

Bulut di cîlda yekemîn de dîplomasiya Barsanî û Talabanî jî bi berfirehî tîne ziman di dîroka nêz de jî bandora Şerê Kendavê ya li ser dîplomasiya Barzanî û Talabanî jî bi sernaveke digire dest.

Dîplomasiya dema nêz

Cîlda duyemîn a pirtûkê jî ji bo kesên ku Têkoşîna Azadiya Kurdan mereq dikin wekî ku hatiye amadekirin. Di vî cîldî de nêrîna kurdên Îran, Sûriye û Tirkiyeyê ya li dîplomasiyê, têkîliyên wan ên bi dewletan re, statuya wan a li Rojhilata Navîn û siyaseta şer a PKK'ê û dîplomasiya aştiyê tê destgirtin. Dîsa dema nêz jî di pirtûkê de heye. Ji ber ku pêvajoya Oslo û pêşketinên ku di demên dawî de di siyaseta kurdan de jî cih digirin.

'Dê kurd jî bibin yek'

Nivîskar Bulut pirtûka xwe di warê fikrî de di 10 salan de amade kiriye, merhaleya bi awayeke aktîf amadekirin jî di 4 salên dawî de pêk hatiye. Bulut têkîldarî pirtûkê dibêje ku li 4 parçeyên Kurdistanê lêkolîn kiriye. Bulut bilêv kir ku bi PKK, PDK, YNK û TEvgera Goran re li gelek derûdoran re hevdîtin pêk aniye. Bulut got ku kurdên ku niha parçekirîne dê rojeye yekîtiya xwe pêk bîne. Bulut wiha got: "Kurd di qada navneteweyî de dema ku hinekî derdikevin pêş, dibin aktore sereke mecbur in platformeke hevpar avabikin. Hemû nîşanê jixwe diyar dike ku li Kurdistanê biawayeke filî yekîtî çêbûye. Sînorên neteweyî hene lê dev ji vî nîqaşê berdin. Di navbera Hewlêr û Amedê ji ya Amed û Rihayê zêdetir nîne. Dîsa navbera Kobanê û Silêmaniyê ji ya Dîlok û Êlihê cudatir nîne, nêziktir in. Axirî ewil dê Konferansa Neteweyî ya Kurd dê kom bibe. Dîplomasî pêdîvî ye. Tû pêdivî bi çi dibînî divê li dora wî kom bibî. Kurd jî dê bibin yek."

(sa)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN