DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Meclîsa Ciwanên Sêrtê rêveberiya xwe ya nû aşkere kir

 
15 Mijdar
16:53 2015

SÊRT (DÎHA) - Meclîsa Ciwanan a di bin banê Konseya Bajar de xebatên xwe dimeşîne 1'emîn Lijneya Giştî ya Awarte pêk anî û rêveberiya lijneyê ya nû aşkere kir.

Meclîsa Ciwanan a di bin banê Konseya Bajar a Sêrtê de xebatên xwe dimeşîne bi tevlîbûna gelek delege û ciwanan 1'emîn Lijneya Giştî ya Awarte li Salona Konferansê ya Şaredariya Sêrtê pêk anî. Piştî hilbijartina dîwanê, Sekreterê Giştî yê Konseya Bajar a Sêrtê Eşref Tekîn axaftina ewilî kir. Tekîn diyar kir ku ew ê projeyên çareserkirina pirsgirêkên aborî, çandî û civakî pêş bixin.

Piştî axaftinan endamên lijneyê daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman. Herî dawî ji hêla 21 delegeyan ve rêveberiya nû ya lijneyê hat hilbijartin.

(wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN